Bereya Piştevaniya bi Rojava re: Em êrişên li ser Rojava qebûl nakin

Bereya Piştevaniya bi Rovava re destnîşan kir ku Kurd di destpêka pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de alîkar bûne û şehîdkirina şervanê Kurd berovajî peymana di navbera Kurd û hikumeta veguhêz de ye, her wiha binpêkirina peymana mafê mirovan e.

Bereya Piştevaniya bi Rojava re: Em êrişên li ser Rojava qebûl nakin
13 îlon, 2026   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re têkildarî rewşa dawîn a li Rojava daxuyaniyek da çapemeniyê.

Destpêkê Fethulla Huseynî destnîşan kir ku wisa dixuyê ku entegrasyona li Rojavayê Kurdistanê bi rê ve diçe ne di berjewendiya dijminên Kurdan de ye û got: “Ji bo wê dijminatiyê dikin. Em li ser pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk û pêkanîna mafê pêkhateyan bi biryar in. Ji bo statûya Kurdan li Sûriyeyê bi hêz e, defaktoyên cuda li Rojava hene. Kurd divê di biryarên siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê de cihê xwe bigirin.‘‘

Endamê Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re Bextiyar Mistefa jî peyamek da û got: “Me di destpêka pêngava entegrasyona demokratîk û pêkanîna aştiyê ya li Rojavayê Kurdistanê de piştevaniya gelên Sûriyeyê û hemû pêkhateyan kir. Li gorî me şer wê aloziyên li Sûriyeyê mezintir bike, ziyanên madî û mirovî zêdetir dike.”

Mistefa diyar kir ku ew Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re wê bersiva hemû êrişên li ser gelên Rojavayê Kurdistanê didin û wiha pêde çû: “Bi taybet ew hemû êrişên bi rengê DAIŞ’ê yên ser gel tê kirin û bi taybet Şehîd Sîpan Hiznî bi rengekî herî hovane şehîd kirîn, bidin. Ev yek ne li dijî peymana di navbera Kurdan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de hatî îmzekirine. Di heman demê de binpêkirineke eşkere ya mafê mirovan e. Pêwîste hemû gel û neteweyên cuda bi aştî li Sûriyeyê bijîn. Ji ber ku gel aştî dixwaze, zimanê dayîka xwe dixwaze. Em ferq û cudahiya di nava welatiyan de qebûl nakin. Gelê Rojava ji bo mafê xwe tê dikoşe. Li hemberî hemû êrişan em ê li ber xwe bidin, qebûl nakin û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava dubare dikin.”