Mamosteyên Mexmûrê ji bo zimanê Kurdî bang kirin

Mamosteyên Qada Perwerdeya Mexmûrê bal kişand ser biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser zimanê Kurdî ev got: “Pêwîste mafên gelê Kurd, bi taybet mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê pejirandin û bi cihkirina di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin."

Mamosteyên Mexmûrê ji bo zimanê Kurdî bang kirin
10 îlon, 2026   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Mamosteyên Qada Perwerdeyê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) li hemberî biryara hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî mafê xwendekarên Kurd a perwerdeya bi zimanê dayikê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ku li Navenda Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê hate dayîn de, mamoste û gelek şêniyên Mexmûrê amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê mamoste Berîvan Demîr ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di sala 2011’ê de, gelê Rojavayê Kurdistanê dest bi bi şoreşê kir. Di vê şoreşê de, gelek lehengan canê xwe gorî kirin.

Hate destnîşankirin ku "her çiqas ji bo tinekirina vîna gelê Kurd hemû tundrewên cîhanê derbasî herêmên Kurdan hatibin kirin jî, lê vî gelî bi lehengiyeke pir mezin ev tundrewên ku cîhan li hermberî wan neçar mabûn, têk birin. Di encama vê serketinê de karîn gelên li herêma xwe bêyî cudahiya ol û netewî ji tundrewên hov biparêzin. Li gel parastinê, di herêmên Kurdî de dibistanan bi zimanê Kurdî dest bi perwerdê kirin. Her wiha ji bo neteweyên din ji mafê xwe perwerdekirina bi zimanê dayîkê hat dayîn û hemû derfet hatin raberkirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin pêwîste mafên gelê Kurd, bi taybet mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê bê pejirandin û bi cihkirina di zagona bingehîn de bê mîsogerkirin. Berevajiyê wê, wê gelê Kurd nepejirîne û li hember vê nêzikatiyê têkoşîneke bê hempa bide. Hate diyarkirin ku gel gelê Kurd ji bo parastina Rojava bi hezaran şehîd dabin, amade ne,  ji bo parastina mafên gelên Rojava berdelên mezintir jî bidin.

Bang li hikumeta veguhêz jî hat kirin û wiha hate gotin: "Divê li ser vê mijarê bi hişmendî tevbigere. Ger ev bêmafî li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam bike, gelê Kurd ê DAlŞ’a hov têk bir, xwediyê wê hêz û baweriyê ye ku mafê birayên xwe yên Rojava jî mîsoger bike. Berdêl çi dibe bila bibe, wê gelê Kurd ji mafên xwe gav şûn de navêje."

Di daxuyaniyê de  bang li dewletên navbeynkar hate kirin ku erkê xwe yê mirovî pêk bînin û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd alîkariya pêwîst pêşkêş bikin. Her wiha bang li hemû gelê Kurd hat kirin ku ji bo Rojavayê Kurdistanê diveher tişta pêwîst bê kirin.

Piştî xwendina daxuyaniyê dirûşme hatin berzkirin.