Holland: Eger Tirkiye êrîşî Kurdên li Sûriyê bike dê teror har bibe

Serokê berê yê Fransayê François Holland hişyarî da ku eger Tirkiye êrîşî Kurdên li Sûriyê bike, dê teror xurt bibe û diyar kir ku Kurdan kedeke mezin ji bo tunekirina terorê da.

Holland: Eger Tirkiye êrîşî Kurdên li Sûriyê bike dê teror har bibe
31 kanûn, 2018   08:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê berê yê Fransayê François Holland bi bîr xist ku Kurdên Rojava ji bo tunekirina terorê berdêleke mezin da, hişyarî da ku eger êrîşên Tirkiyê pêk werin dê teror har bibe.   

Di serdana nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Parîsê Xalid Îsa de, Holland got Kurdan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û Fransayê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de roleke girîng lîst.

Holland li ser biryara serokê Amerîkayê Donald Trump vekişandina leşkerên xwe ji Sûriyê û gefên destwerdana Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, metirsiya pêkanîna gurbûna tevliheviyê anî ziman.

(jo)