Bîranînên şehîdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin

Ji bo bîranîna şehîdan bernameyên taybet li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin.

Bîranînên şehîdan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê didomin
10 îlon, 2026   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi pêşengiya Komeleya Yekitiya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) ji bo şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê ku di dîrok û cihên cuda de şehîd bûne, li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Colemêrg, Semsûr, Îdir, Bedlîs, Qers, Agirî, Êlih û bajarên Tirkiyeyê yên Enqere, Konya û Îzmîrê bernameyên taybet ên bîranînan di roja sêyemîn de didomin.

Li Amed, Dîlok, Mûş, Wan, Mersîn, Sêrt, Şirnex, Riha, Edene, Hetay û Stenbolê jî îro bernameyên taybet ên bîranînê dest pê kir. Girseyeke mezin serdana bîranînan dike.