Di bin konê çalakiyê de banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurd hate kirin

Di bin konê çalakiyê ya li bajarê Kobanê de  li hemberî siyasetên dagirkeriyê banga yekitî û lidarxistina kongreya netewî ya Kurdî hate kirin.

Di bin konê çalakiyê de banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurd hate kirin
Di bin konê çalakiyê de banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurd hate kirin
Di bin konê çalakiyê de banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurd hate kirin
Di bin konê çalakiyê de banga lidarxistina kongreya netewî ya Kurd hate kirin
30 kanûn, 2018   19:48

KOBANÊ

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Kobanê ku 18‘ê Kanûnê bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome.

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, nûnerên partiyên siyasî, endamên saziyên sivîl û bi dehan mamoste beşdarî çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de gelek axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga yekrêziya Kurdî û lidarxistina kongreya netewî ya Kurdî li hemberî siyasetên dagirkeriyê hate kirin.

Kesên axivîne teqezî li ser girêdana xwe bi xaka herêmê û nirxên şehîdan kirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa got: "Li gel nakokiyên ku li ser xaka herêmê rû didin em dibînin ku projeya netewa demokratîk çareseriya herî guncaw e û li hemberî hewldanên parçekirina Sûriyeyê di serî de dewleta Tirk dibe mertal."

Piştî axaftinan senevîzyoneke li ser axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pêşandan.

ANHA