Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike

Di çalakiya konvedanê ya li Minbicê de hate gotin ku gelên herêmê wê destûr nede Tirkiyê ku herêmê dagir bike û hate desstnîşankirin ku pêwîste Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike.

Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
Di çalakiya Minbicê de: Divê Tirkiyê wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike
30 kanûn, 2018   19:29

MINBIC

Çalakiya konvendê ya li bajarê Minbicê ji aliyê Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ve bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh dest pêkiribû.

 Îro jî bi sedan şêniyên Minbicê, di nav de endamên sazdiyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, şande ji Reqa, Tebqa, Girê Spî û Kobanê, nûnerên partiyên siyasî serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakiya roja duyemîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Paşê Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Îbrahîm Qeftan axivî û got: "Em di bin vê konî de kom bûne da ku gefên Tirkiyê li ser welatê me Sûriyeya pîroz şermezar bikin."

Îbrahîm El-Qeftan got, divê dewleta Tirk wateya cîrantî û biratiya gelan nas bike û nebe sedema rijandina xwîna gelê Sûriyeyê.

Bi navê Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk li Sûriyeyê ya şaxê Minbicê rêvebera hevbendiyê Mûna Xelef jî axivî û got ew li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin û xaka Sûriyeyê biparêzin.

Di çalakiyê de Hevserokê Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Mihemed Sebirî, Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Henadî Hecî Ehmed, rêveberiya xeta giştî û meclisên Minbicê Fatima Beko, rêvebera Meclisa Jin Nadiya Milhim û Rêveberiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya Buroya Tebqayê Semer El-Hesen axivîn û gefên Tirkiyê şermezar kirin û banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku armanca Erdogan ji van gefan çareseriya aloziya Sûriyeyê asteng bikin û berjewendiyên xwe li herêmê pêk bînin.

Piştî axaftinan koma ciwanan şanoyeke bi navê "Ava bike" ku behsa şerê li Sûriyê dike pêşkêş kir.Her wiha senevîzyoneke li ser çalakiyên ciwanan ên li hemberî gefên Tirkiyê hate pêşandan.

Çalakî dê sibe berdewam bike.

ANHA