Şêniyên bajaroka El-Zeydî piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman

Şêniyên bajaroka El-Zeydî ya girêdayî kantona Girê Spî li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman.

Şêniyên bajaroka El-Zeydî piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman
Şêniyên bajaroka El-Zeydî piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman
Şêniyên bajaroka El-Zeydî piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman
Şêniyên bajaroka El-Zeydî piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman
30 kanûn, 2018   20:03

GIRÊ SPÎ

Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Buroya Giştî ya QSD‘ê bi civînekê geşedanên dawî ji şêniyên bajaroka El-Zeydî ya gundewarên rojhilatê kantona Girê Spî re lidar xistin.

Bi dehan şêniyên bajaroka El-Zeydî  û fermandarê QSD‘ê Zerdeşt Fatimê û Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Sebrî Mustefa di civînê de amade bûn.

Fermandarê QSD‘ê Zeredeşt Fatimê rewşa siyasî û leşkerî nirxand û bang li gelê herêmê kir ku li hemberî gefên Tirkiyê bisekinin.

Şêniyan jî nêrînên xwe anîn ziman ku got ew piştiya QSD‘ê dikin û wekî hêza sereke ya rizgarkirina herêmê bi nav kir.

Sebirî Mustefa jî di dawiya civînê de axivî û got: "Îradeya gelê ji hemû gefan bi hêztir e, ji ber vê yekê divê gelê xwedî biryar û helwest be û gefên Tirkiyê qebûl nekin."

ANHA