Panoramaya tevgera rêxistinî û xizmetguzariyê

Di encama aramî, ewlehî û birêxistinbûna gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêveberiya Xweser di mijarên xizmetguzarî, rêxistinî, tenduristî û perwerdeyê de xebatên serkeftî kirin, bi taybet jî li herêmên ku nû hatine rizgarkirin. Em ê di vê raporê de behsa xebatên girîng ên ku di nava sala 2018`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bikin.

Panoramaya tevgera rêxistinî û xizmetguzariyê
30 kanûn, 2018   05:20

ALAN ROJ / NAVENDA NÛÇEYAN

Efrîn û serhildana gel a bêrawestan

Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên ser Efrînê, di nava sala 2018`an de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî hilda û di nava salê de mezintirîn kombûnên gel çêbûn û welatiyan berê xwe da Efrînê da ku tev li berxwedanê bibin. Ew berxwedan ku 58 rojan dewam kir, qonaxa wê ya duyemîn heta niha jî didome û gel bi hemû awayî destê alîkarî û piştgiriyê dide welatiyên Eftînê yên li kampên Serdem û Berxwedan û herêmên din ên Şehbayê dimînin.

Rêxistinên kar û barên xizmetguzariyê

Yek ji xebatên girîng ên Rêveberiya Xweser di nava salê de avakirina meclisên herêmî li navçe û bajarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Van xebatan di meha berfanbarê de dest pê kir, piştî ku li herêmê hilbijartinên demokratîk pêk hatin.

Xebata din a girîng li Reqa û Dêrazorê çêbû. Li wir piştî rizgarkirinê kedeke mezin hate dayîn da ku jiyan vegere wan herêman, çalakiyên rêxistinî û xizmetguzarî yên bilez destpêkirin.  Ji wan xebatan, yeke girîng avakirina pergala meclisa Reqayê bû. Roja 10’ê Berfanbarê meclisên rêveber û zagonsaz bi endamtiya 250 kesan hatin damezirandin.

Li Dêrazorê jî roja 2`yê Sibata 2018`an Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hate damezirandin û her du meclisên rêveber û zagonsaz hatin avakirin. Ev xebat gaveke dîrokî bû ji bo welatiyên herêmê ber bi firehkirina pergala rêxistinî ya meclisa sivîl û rêvebirina wê herêmê ya ji aliyê hêzên QSD`ê ve hatibû rizgarkirin.

9`ê Nîsana 2018`an li bajarê Dêrikê bi alîkariya rêxistina Lûtkeya Cîhana Nû ya Hollandayî, hola kongreyê (parlemana gel) hate avakirin. Ev xebat bi alîkariya Şaredariya Gel û Desteya Karên Derve ya herêma Cizîrê hatin kirin da ku ev avahî bibe cihê hevdîtina gelan ku dengên xwe bigînin tevahî cîhanê.

Bi armanca xwebirêxistinkirin û bersivdayîna gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî Minbic û Bakurê Sûriyê, ciwanên Minbicê gaveke dîrokî avêt û roja 26`ê Berfanbara vê salê yekemîn kongreya xwe li dar xist.

Roja 14`ê Gulanê desteya şaredariyan û hawîrdorê belgeya dostaniyê bi Yekitiya Niştîmanî ya Îtalyayê ANCI`ê re îmze kir, bi armanca pêşxistina şaredariyên bakurê Sûriyê û pêşkêşkirina hemû awayên alîkariyên xizmetguzariyê.

Şaredariyên herêmên Cizîr û Kobanê di mijara çêkirina rêyan de xebatên berbiçav kirin. Ji van xebatên girîng jî çêkirina rêya têketin û derketina bajarê Qamişlo, vekirina rêya Sêmalka û gelek rêyên sereke yên gundewarên Hesekê, her wiha çêkirina rêyan li bajarên Kobanê û Reqayê.

Di mijara jinûveavakirina Reqayê de jî xebatên girîng hatin kirin. Gelek rê hatin vekirin û 8 pirên ku gundan bi bajêr ve girê didin, hatin sererastkirin. Taxên bajêr hatin paqijkirin da ku welatî vegerin malên xwe, her wiha ji 105 gundên girêdayî Cirniyê ya herêma Firatê re ava vexwarinê hate peydakirin, xetên avê jî li herêmê hatin sereraskitin.

Di hêla aborî de Desteya Aboriyê û saziyên girêdayî wê, li herêmên Cizîr û Firatê genim bi deyn û buhayên kêm li cotkaran belav kir. Her wiha li navçeya Girkê Legê jî xebatên avakirina herêma pîşesaziyê hatin destpêkirin.

Xebatên tenduristiyê

Di dawiya meha Sibatê ya vê salê de nexweşxaneya mezin a bajarê Tebqayê hate sererastkirin û piraniyê beşên nexweşxaneyê hatin vekirin û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî nexweşan kirin. Her wiha li bajarokê Kisra yê Dêrazorê jî nexweşxaneya bajêr hate sererastkirin û li kampên penaberan ên li gundewarên Reqa û Dêrazorê jî komîteyên tenduristiyê hatin avakirin da ku xizmetên tenduristiyê pêşkêşî koçberan bikin.

Wek pêngaveke pir girîg a di warê tenduristiyê de, komîteya tenduristiyê ya rêveberiya xweser dest bi xebatên vekirina nexweşxaneya nexweşiyên dil û çavan dest pêk kir. Tê payîn ku nexweşxane di sala nû de bê vekirin. Her wiha li bajarê Reqayê binkeya xwînê û navenda dermankirina nexweşiya talasîmyayê hatin vekirin û nêzî 200 zarokên nexweş hatin dermankirin.

Perwerde

Di destpêka sala perwerdeyê de Desteya Perwerdeyê rêbazên nû yên bi 3 zimanan û astên seretayî, amadeyî û navîn derbasî dibistanan kirin, her wiha ji bo asta seretayî û amadeyî rêbazên bi zimanê suryanî hatin amadekirin. Her wiha rêbaza dersên jineolojiyê jî di refên asta navîn de tên xwendin.

Dagirkirina Efrînê bandoreke neyînî li xwendekarên Eftînê kir. Lê Komîteya Perwerdeyê li kampên Serdem û Berxwedan xebatên xwe bi rê ve birin û kedeke mezin nîşan da, da ku li her du kampan perwerdeyê bidomîne. Li gorî wê nêzî 5 hezar û 205 xwendekarên asta seretayî, 775 ên asta amadeyî û 449 xwendekarên asta navîn dest bi xwendinê kir. Ji bo perwerdeyê jî nêzî 943 mamoste hatin amadekirin.

Li Minbicê jî 317 dibistan hatin vekirin û nêzî 10 hezar û 100 xwendekar lê dixwînin. Li Girêspî jî 350 dibistan ji bo 50 hezar û 711 xwendekaran, li Reqayê jî 281 dibistan ji bo 120 hezar xwendekaran û li Dêrazorê jî 450 dibistan ji bo 10 hezar û 800 xwendekaran hatin vekirin.

Di nava rojên 19-20`ê Cotmehê de yekemîn konferansa zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate lidarxistin. Bi sedan mamoste, şagirt rewşenbîr akademîsyen û rêvebir beşdarî konferansê bûn, konferans ji bo yekkirina zagon û rêbazên kar û şêweyên perwerdeyê li hemû zanîngehên Bakurê Sûriyê bû gaveke girîng.

Di dawiya meha Cotmehê de yekemîn koma xwendekarên fakulteya wê ya kurdî û zanistên perwerdeyê ji Zanîngeha Rojava derçûn. Bi merasîmekê bawernameyên derçûnê li 118 xwendekaran hatin belavkirin. Her wiha ji bo ku xwendina xwe dewan bikin, 150 xwendekarên Efrînê li zanîngehên Rojava li Qamişlo û Zanîngeha Kobanê hatin pêşwazîkirin. Her wiha beşên biyolojî û wêjeyê erebî li Zanîngeha Kobanê û şaxên wê yên herêma Firatê hatin zêdekirin.

Çalakiyên çand û hunerê

Roja 2`yê Adara 2018`an Kevana Zêrîn navenda xwe li bajarê Kobanê vekir. Kevana Zêrîn rêxistina jinan a çand û hunerê ye.

Li ser daxwaza Tevgera Çand û Hunerê ya kantona Kobanê, welatiyên Kobanê nêzî 8 hezar name ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nivîsîn, di nameyan de girêdana xwe bi Ocalan re dane nîşandan.

Di meha Nîsanê de Tevgera Çand û Hunerê û desteyên Rêveberiya Xweser bi armanca pêşxistina hunerên zarokan li herêmên Cizîrê û Feratê û li kantona Şehbayê gelek mîhrîcan hatin lidarxistin.

Roja 20`ê Tîrmehê Desteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan û Şehîd Herekol li dar xist. Pêşangeh 5 rojan dewam kir û bi dehan weşanxane û dezgehên rewşenbîrî lê amade bûn.

Di meha Cotmehê de Komîteya Wêjeyê ya Rojava bi armanca pêşxistina çanda xwendinê, li herêmê yekemîn pirtûkxaneya çandî bi navê Pirtûkxaneya Amara li bajarê Qamişlo vekir.

(kn)

ANHA



" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen>