Çeteyên girêdayê Tirkiyê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin

Çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê vê êvarê du caran êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin.

Çeteyên girêdayê Tirkiyê êrîşî nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê kirin
29 kanûn, 2018   21:32

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê bi çekên navîn û giran nuqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Mehsenlî yê li ser xeta Sacûrê ya rojavayê bajarê Minbicê kirin hedef.

Li gorî daxuyaniyê çeteyên Mertala Firatê di saetên vê êvarê de du caran êrîş nuqteyên wan kirin.