ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.12.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30.12.2018
30 kanûn, 2018   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên Efrînê cenazeyê şervanê YPG‘ê Serdar  ê ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bibû li Goristana Şehîdan a navçeya Ehrisê ya kantona Şehbayê oxir dikin, saet 13:00. Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê jî cenazeyê şervanên YPG‘ê Sair El-Ziyab, Hesen El-Mitêr û Halim Agirî ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn li Goristana Şehîdan dispêrên axê, saet 12:00. Her wiha şêniyên Qamişlo jî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Elî Mustefa ku di Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan oxir dikin, saet 14:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê bi merasîmekê şehîdên meha kanûnê li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê bi bîr tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê û Serêkaniyê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Akademiya Şehîd Ezîz Ereb a Perwerdeya Leşkerî ya girêdayî QSD‘ê dewreyeke perwerdeyê bi dawî dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx êla El-Egîdat a Dêrazorê got: "Zarên me ne terorîst in. Zarên me cîhan ji xeteriya DAIŞ'ê xilas kiriye. Em ê xaka xwe li hember her dagirkeriyekê biparêzin, mîna ku zarên me DAIŞ'ê ji herêmê qewitandin û em ê hemû kesên hewl bidin derbasî herêmê bibin biqewtînin. Ji ber ku Sûriye dergûşa şaristaniyan e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Serêkaniyê dijminahiya dagirkeriya Tirkiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red kirin û gotin biryara gel berxwedan û piştgiriya QSD‘ê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Taha El-Elî got: Em xwediyê vê xakê ne, Tirkiyê me wekî terorîstan bi nav dike, lê yê ku terora DAIŞ‘ê afirand û derbasî herêmên me kir, Erdogan bi xwe ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şivan, malbat û karkerên li ser sînorê di navbera bajarê Qamişlo-Nisêbînê de dijîn, diyar kir ku leşkerên dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn bi armanca koçberkirina gel rojane guleyan li ser wan direşînin û got “Hebûn, dîrok û jiyana me erdê me ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

PANORAMA

-Di encama aramî, ewlehî û birêxistinbûna gel li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Rêveberiya Xweser di mijarên xizmetguzarî, rêxistinî, tenduristî û perwerdeyê de xebatên serkeftî kirin, bi taybet jî li herêmên ku nû hatine rizgarkirin. Em ê di vê raporê de behsa xebatên girîng ên ku di nava sala 2018`an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hatine, bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Helwestên der barê biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyeyê didome. Lihevkirina di navbera YPG û rêjîma Sûriyê li bajarê Minbicê Tirkiyê tengav dike. Li aliyekî din pêvajoya siyasî li Lubnanê careke din hate astengkirin û li Sûdanê jî xwepêşandanên gelê destpê kirin. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Hevserokê Herêma Firatê Enwer Muslim destnîşan kir ku divê cîhana azad li dijî xeteriya terorê li rex wan bisekinin û bang li gelên herêmê kir ku bi yek rêzî li hember her êrîşên derve bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Buroya Jin a PYD‘ê ji bo nirxandina geşedanên siyasî li herêmê civînekê li navenda Baqî Xido ya çand û hunerê li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê destnîşan kirin ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi armanca derxistina tevliheviyê di navbera gêlên herêmê de gefan dixwe û gotin ev êrîş wê li hemberî xeta wa têkoşînê nebe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şervanên jin di şerên li ser taxa Şêxmqsûd de li berxwe dan û soza rizgarkirina taxê bi cih anîn. Îro jî soza xwe nû dikin û teqez dikin ku ew di rêya parastina gel de amade ne berdêlên giranbuha bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Çalakiyên kon ku bi dirûşmeya "Bi rihê ciwanên şoreşger serî hilde, şer bike û dagirkeriya Tirkiyê têk bibe"ji aliyê Meclisa Ciwanên Minbicê ve li gundê Ereb Hesen hatiye lidarxistin di roja duyemîn de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Kolana Qewetlî vedigere 200 salan. Li kolanê zêdeyî 2 hezar û 200 dukan hene ku welatiyan ji bav û kalên xwe wergirine. Ev kolan bûye meqsedan pîşesazan û bi sedan şêniyên herêmê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA