Eşîreya El-Bû Cabir: Em bazarê li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê nakin

Eşîreya El-Bû Cabir diyar kir ku ew gefên Tirkiyê yên dagirkirina xaka Sûriyeyê qebûl nakin û teqez kir ku ew li ser yekitiya xaka Sûriyeyê bazaran nakin.

Eşîreya El-Bû Cabir: Em bazarê li ser yekîtiya xaka Sûriyeyê nakin
29 kanûn, 2018   20:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Eşîreya Ereb a El-Bû Cabir li Sûriyê li ser gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan û gotin ew ê li hemberî gefên li ser herêmê bisekinin.

Daxuyanî bi amadebûna rûspiyên eşîreyê li eywana eşîreyê ji aliyê Şêx Ebdulezîz El-Ayid El-Deyf ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Bi navê eşîreya Ebû Cabir li Sûriyê bi hemû ferdên wê em gefên Tirkiyê yên êrîşkirina xaka Sûriyê şermezar dikin. Em ê li hemberî her êrîşên dijber parastina xaka xwe bidin û bazarê li ser yekitiya xaka Sûriyeyê nakin. Em ê di xendeyeqê de li rex birayên xwe yên Kurd şerê terorê bikin. Em bang li rêjîma Sûriyeyê dikin ku rola xwe ya parastina xaka Sûriyê pêk bînin, Sûriyê rûmeta me hemûyan e."

ANHA