Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê şehîd bû

Îro di saetên sibê de hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê Merwan El-Fetîh ji aliyê kesên nenas ve hate gulebarankirin û di encma wê de şehîd bû.

Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêrazorê şehîd bû
29 kanûn, 2018   11:32

DÊRAZOR

Merwan El-Fetîh ji damezirînerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê ye. Destpêka sala 2018`an wek hevserokê Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê hate hilbijartin.

Îro di saetên sibê de dema erka xwe li bajarê Hesekê pêk dianî, li ser rêya di navbera Hesekê û Dêrazorê de ji aliyê komeke çeteyan ve hate gulebarankirin. Di encamê de Merwan El-Fetih şehîd bû û parêzvanê wî jî birîndar bû.

Li gorî nûçegihanê me ragihand, niha parêzvanê wî di nexweşxaneyeke bajarê Hesekê de tê dermankirin û rewşa wî baş e.

(bx)

ANHA