Rûsya û Brîtanya dê dîplomatan vegerînin

Piştî nêzî salekê, Moskov û Londonê der barê lihevvegerandina dîplomatên xwe de li hev kir.

Rûsya û Brîtanya dê dîplomatan vegerînin
29 kanûn, 2018   11:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Sefaretxaneya Rûsyayê ya Brîtanyayê îro da zanîn ku Moskov û Londonê der barê vegera diplomatên her du welatan de li hev kir. Beriya salekê her du welatan dîplomatên hev ji welatên xwe derxistibûn.

Nûnerê Sefaretxaneya Rûsyayê ya Londonê Aleksander Yakofînko di hevpeyvîneke televîzyonê de got: “Me bi awayekî giştî li hev kir ku di meha Çileyê de dîplomatên sefaretxaneyên her du welatan vegerînin Moskov û Londonê.”

Yakofînko diyar kir ku ew nizane ka dê hemû dîplomat vegerin lê na, lê dê bi kêmanî nîvê wan vegerin.

Brîtanyayê di mijara jehrkirina sîxurê dualî yê berê Sêrgî Skrîbal û keça wî de Rûsya tawanbar kir û 23 dîplomatên Rûsyayê ji welatê xwe derxistibûn. Rûsyayê jî li hember vê kiryarê 23 dîplomatên Brîtanyayê ji welatê xwe derxistibûn.