Kiwêt dê sefaretxaneya xwe li Şamê veke

Piştî Îmarata Erebî, Kiwêt jî dê sefaretxaneya xwe li paytexta Sûriyê Şamê veke.

Kiwêt dê sefaretxaneya xwe li Şamê veke
29 kanûn, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên rojnameya Elqebes ya Kiwêtê, dê Kiwêt sefaretxaneya xwe di demeke nêzîk de li Şamê veke.

Çavkaniyên Kiwêtê jî diyar kir ku sefaretxaneya Sûriyê li Kiwêtê xebatên xwe dewam dike, lê vegera sefaretxaneya Kiwêtê li benda biryara Yekitiya Ereban e.

Yekitiya Ereban di mijdara 2011`an de bi biryarnameyekê endamtiya Sûriyê rawestand, li gorî biryarê ji welatên Erebî hate xwestin ku balyozxaneyên xwe ji Şamê bikişînin.

Îmarata Erebî beriya 2 rojan sefaretxaneya xwe li Şamê vekir, Behreynê jî ragihand ku sefaretxaneya wê ya Sûriyê karên xwe dewam dike.