Hêzên Hûsiyan pêngava yekemîn a lihevhatina Stockholmê pêk anî

Hêzên Hûsiyan li gorî lihevhatina Swêdê pêngava yekemîn ya jinûvebelavkirina hêzan li bendera El-Hudeyda dest pê kir.

Hêzên Hûsiyan pêngava yekemîn a lihevhatina Stockholmê pêk anî
29 kanûn, 2018   09:55

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê hêzên Hûsiyan Yihya Serî diyar kir ku hêzên artêşê û komîteyên gelêrî ji şevê din ve dest bi pêkanîna pêngava yekemîn ya jinûvebelavkirina hêzên leşkerî li bendera Hudeydayê kir.

Serî got jinûvebelavkirina hêzê li gorî lihevhatina Stockholmê pêk hatiye û ew li benda komîteyeke çavdêriyê ya navneteweyî ne da ku aliyê din jî xalên lihevhatinê pêk bîne.

Di 21`ê Çileyê de neteweyên yekbûyî piştgiriya lihevhatina Siwêdê ya der barê Yemenê de kir, li gorî wê dê sekreterê NY’yê bikare komeke çavdêran li bajarê Hudeyda û bendera wê belav bike.