Afganistan: 16 endamên DAIŞ-Xoresan hatin kuştin

Di çalakiya hêzên çekdar ên Afganistanê ya li kantona Nangarharê de 16 kes ji endamên koma xwekuj a girêdayî koma bi navê DAIŞ-Xoresan hatin kuştin.

Afganistan: 16 endamên DAIŞ-Xoresan hatin kuştin
29 kanûn, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Khama Press a Afganistanê ragihand ku boruya çapemeniya hikumeta herêmî di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 16 endamên “koma terorîst" li herêma Acehê hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku serçeteyê "koma terorîst" Xîtab Bajaurî jî di nava wan kuştiyan de ye.

Li gorî daxuyaniya hikumeta kantonê, çalakî ji hêla “Yekîneya 02" a girêdayî hêzên çekdar a Afganistanê ya herêma Bandarayê pêk hatiye. Her wiha hikumeta herêmê di daxuyaniyê de raber kir ku çeteyên çekdar dê bi awayekî plangerî êrîşên xwekujî li Afganistanê pêk bianiyana.

Artêşa Afganistanê ragihandibû ku berdevdekê DAIŞ-Xoresanê yê bi navê Siltan Ezîz Ezam li herêma Nangarharê hatibû kuştin.

Ajansê destnîşan kir ku herêma Nangarharê hêdîtirîn herêma rojhilatê Afganistanê ye, lewre car caran komên terorîst tevliheviyan derdixin.