Li Misrê 40 çekdar hatin kuştin

Wezareta Hundirîn a Misrê ragihand ku di şerê di navbera çekdaran û hêzên ewlehiyê yên Misrê li parêzgeha El-Cîzê û bakurê Sînaayê de, 40 çekdar hatin kuştin.          

Li Misrê 40 çekdar hatin kuştin
29 kanûn, 2018   10:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Hundirîn a Misrê destnîşan kir ku li parêzgeha El-Cîzê û bakurê Sînaayê derbe li baregehên endamên terorîstan hatine xistin.

Li gorî daxuyaniyê, endamên terorê êrîşî saziyên aborî, elektora pîşesaziya turîzmê, endamên hêzên polîsan û cihên xirîstiyanan kir.