Hêzên Îsraîlê mudaxeleya çalakiyan kirin: 5 Kes birîndar bûn

Hêzên Îsraîlê mudaxeleya çalakiyên welatiyên Filistînê kirin. Tê gotin ku di encama mudaxeleyê de 5 welatî birîndar bûn.

Hêzên Îsraîlê mudaxeleya çalakiyan kirin: 5 Kes birîndar bûn
28 kanûn, 2018   16:26

XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihandin ku hêzên Îsraîlê bi guleyên raste rast mudaxeleya çalakiyên welatiyên Filistînê ku li gelek deverên rojhilatê Xezayê hatibûn lidarxistin, kirin, di encamê de 5 filistînî birîndar bûn.

Welatiyên Filistînê îro Înê di çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" de li Wargehên meşa Mezin a Vegerê li rojhilatê Xezayê kom bûn.

Desteya Niştimaenî ya Meşa Mezin a Vegerê û rakirina çemberê ji ber rewşa hawayî û girtina rêyan çalakiyên li wargeha vegerê ya rojhilatê Cibalya ya bakurê Xezayê îbtal kiribû. Çalakiyên li wargehên herêma Melîket El-Şerq, rojavayê Birêc a navenda Xezayê û Wargeha Rojhilatê Refeh û Xan Şêxûn li Başûrê Xezayê didomin.

ANHA