Şervanên QSD‘ê li Hecînê depoyeke madeyên teqemeniyê dîtin

Şervanên QSD‘ê li bajaroka Hecînê di xebatên lêgerînê de depoyeke madeyên teqemeniyê ya çeteyên DAIŞ‘ê dîtin

Şervanên QSD‘ê li Hecînê depoyeke madeyên teqemeniyê dîtin
28 kanûn, 2018   18:53

DÊRAZOR

Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 11‘ê Îlona 2018‘an de bi armanca tinekirina çeteyên DAIŞ‘ê li bargeha wê ya dawî li Dêrazorê dabû destpêkirin didome.

Şervanên QSD‘ê di çaçroveya xebatên lêgerînê de li eniya Hecînê depoyeke madeyên teqemeniyê ku çeteyan ji bo amadekirina erebeyên bombebarkirî û bombeyan bi kar di anîn dîtin.