Di xwepêşandanên Sûdanê de: 19 kes mirin

Li gelek deverên Sûdanê ji ber xirabiya rewşa jiyanê û kêmbûna nan û sotemeniyê bi sedan kes derketin xwepêşandan. Polîsan mûdaxeleya xwepêşandanan kirin.

Di xwepêşandanên Sûdanê de: 19 kes mirin
28 kanûn, 2018   15:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Um Derman ê nêzî paytexa Sûdan Xertûmê bi sedan kes ji ber xirabiya rewşa jiyanê û kêmbûna nan û sotemeniyê piştî nimêja înê derketin xwepêşandana.

Li gorî nûçeya BBC, li bajarê Berî jî bi dehan kes ji ber heman rewşê çalakiyên protestoyî li dar xistin.

Hate ragihandin ku Hêzên Ewlekariyê ya Sûdanê bi gazên rûdinrêj û bombeyên deng mûdaxeleyê çalakgeran kirin. Di heman demê de desthilata Sûdanê piştî bangawaziyên xwepêşandanan derdrora mizgeft û û deverên aktîv girtin.

Wezîrê Ragihandinê yê Sûdanê Beşar Cume Ero di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Ji ber nerazîbûnên çend rojên derbasbûyî, 19 kes hatine kuştin û ji hêzên ewlehiyê jî 187 kes birîndar bûne û 219 sivîl jî birîndar bûn.

Li Sûdanê, ji 19'ê Kanûnê û vir ve li 13 bajaran li dijî zêdebûna buhayê nan xwepêşandan dest pê kirin.