Meclisa Jinan a El-Cezerat 98 komîn ava kirin

Meclisa Jinan a El-Cezerat a girêdayî Dêrazorê 98 komînên jinan ava kirin û bi sedan dozên girêdayî jinan çareser kir.

Meclisa Jinan a El-Cezerat 98 komîn ava kirin
28 kanûn, 2018   08:25

BETÛL EL-ŞÊX / DÊRAZOR

Piştî ku herêmên Dêrazorê ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgirkirin, şêniyên herêmê bi taybet jî jinan xwe ji nû ve bi rêxistin kir. Jinan meclis û komînên xwe ava kirin û Meclisa Jinan a El-Cezerat di 14'ê Mijdarê de hate avakirin.

Meclis ji gelek komîteyan pêk tê, komîte yên malî, arşîv, xizmetguzarî û lihevanînê ne. Meclis bi rêya perwerdeyên girêdayî neteweya demokratîk, girîngiya jinan di civakê de û rola wan di avakirina civakeke azad, xwedî exlaq û demokratîk de derdixe holê.

Ji ber ku Meclisa Jinan sîwana bingehîn a tevahiya jinên herêmê ye, meclisê weke erk 98 komînên jinan li El-Cezerat, El-Kesra, El-Bû Şems û El-Keber ava kirin. Sazûmaniya van komînan ji serok, cîgir û komîteyên malî, arşîv, xizmetguzarî û lihevanînê pêk tê.

Meclisê ji bo fêrkirina jinan a xwendin û nivîsandinê, komîteya perwerdeyê aktîf kiriye.

Rola bingehîn a têkoşînê li dijî tundiya li ser jinan

Dema çeteyên DAIŞ'ê herêm dagir kiribû, tundî bi hemû cureyên wê yên derûnî û bedenî li dijî jinan ji kuştin, tecawiz, girtin û firotina wan di sûkan de pêk anîn. Ji ber wê meclisê ji bo rakirina tundiyê li ser jinan û naskirina wan bi rola jinan a pêşeng di civakê de, semîner û panelên fikrî ji jinan re organîze dike û belavokên girêdayî mijarê belav dike.

Têkildarî mijarê endama Meclisa Jinan Zehra El-Tayê tekez kir ku ji bo têkoşîna li dijî tundiyê xebatê didin meşandin.

Hezar û 500 doz hatin çareserkirin

Ji ber binpêkirinên çeteyan û afirandina nakokiyên civakî, civak hate paşguhkirin û pirsgirêk di navbera şêniyan de derketin. Piştî vekirina meclisê ya ku bûye cihê çaresekirina pirsgirêkên civakê, derdora hezar û 500 doz pêşwazî kirine. Ji wan dozan 650 dozên girêdayî nakokiyên malbatî û zewaca biçûk a ku çeteyan bi zanabûn di nav civaka herêmê de belav kiriye.

(şx)

ANHA