YPG`ê bang li hêzên dewleta Sûriyê kir ku parastina sînorê Minbicê bikin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel destnîşan kir ku ew parçeyek ji ax, gel û sînorê Sûriyê ne. Her wiha bang Ii hêzên dewleta Sûriyê kir ku erka xwe ji bo parastina sînorê Minbicê ji gefên dewleta Tirk a dagirker pêk bîne.

YPG`ê bang li hêzên dewleta Sûriyê kir ku parastina sînorê Minbicê bikin
28 kanûn, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku wan şerê terorê kiriye û îro jî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî gefan tên. Fermandariyê bi daxuyaniyekê bang li hêzên dewleta Sûriyê kir ku li dijî gefên dewleta Tirk parastina herêma Minbicê  bikin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji ber gefxwarinên dewleta Tirk a dagirker yên dagirkirina herêma bakûrê Sûriyê û koçberkirina gelê wê, ku bi heman awayî li Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê kir, em weke Yekîneyên Parastina Gel diyar dikin ku piştî ku me hêzên xwe ji Minbicê vekişand, em hemû hêzên xwe di şerê li hember DAIŞ’ê ya li herêma rojhilatê Feratê bicîh dikin. Lewra em bang li hikûmeta Sûriyê dikin, ku em jî beşek ji ax, netew û sînorên wê ne, da ku hêzên xwe ji bo kontrolkirina van cîhan û herêma Minbicê bişîne û herêmê li hember gefên dewleta Tirk a dagirker biparêze."

(bx)