Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî

Piştî barana zêde ya ku li herêma Firatê li Kobanê lehî rabû. Piştî barana zêde ya di saetên dawî de kolanên bajêr tijî av bû.

Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
Dîsa li Kobanê û gundewarên wê lehî
28 kanûn, 2018   07:22

KOBANÊ

Di nava salê de ev cara duyemîn e ku li bajarê Kobanê ji ber barana zêde lehî radibe. Bi taybet li taxa Botan a dikeve rojavayê bajêr av nêzî metreyekî bilind bû.

Di nava 32 saetên dawî de ji ber barana zêde lehî li bajêr û gundewarên wê çêbû.

Herêma ku herî zêde ji baranê bandor bûyî bajarokê Şêran ê dikeve rojhilatê bajarê Kobanê. Ji sedî 60’ê bajarok di nava avê de maye. Av nêzî 80 santîmetrî bilind bû û derbasî bi dehan malan bû.

Ji ber lehiyê yek ji  pirên bi çûk ê rojavayê bajarê Kobanê ku dikeve ser rêya Cerablusê xirab bû û rê bi temamî hate girtin. Lê tu ziyanên mirovahî çênebûne.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku beriya demekê li bajarê Kobanê lehiyek rabû. Di encama wê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan malên bajarokê Qenaya û taxa Botan hilweşiyan. Her wiha şaredariyê diyar kir ku ji derveyî malên ku xirab bûyîn, zerara ku çêbûyî nêzî 500 mîlyon lîreyên Sûriyê ye.

(bx)

ANHA