Şêx Baqî: Bakurê Sûriyê niha xwedî kaxezên herî xurt e

Sekretêrê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku geşedanên dawîn di aloziya Sûriyeyê de diyar dikin ku gelê Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî kaxeza herî xurt e.

Şêx Baqî: Bakurê Sûriyê niha xwedî kaxezên herî xurt e
28 kanûn, 2018   07:14

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Sekretêrê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî geşedanên siyasî yên dawîn li Sûriyê, gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet piştî biryara serokê Amerîkayê Donald Trump ku dê hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne, siyaseta Rûsyayê li hember guhertinên dawîn û helwesta rêjîmê nirxandin.

Girêdayî rewşa siyasî ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe, bi taybet gefên Tirkiyê li dijî herêmê, Şêx Baqî destnîşan kir ku herêm di nav rewşeke awart de ye û ji aliyê siyasî ve ew rewş xuya bû ku wê rû bide. Şêx Baqî diyar kir ku pêvajoya heyî nû ye û ne mîna ku dezgehên çapemeniyê îdia dikin ku herêm li pêşberî karesatên siyasî û leşkerî yên mezin e, lê belê berovajî wê ji bo gel û herêmê ev pêvajo erênî ye.

Di guhertinên heyî de dê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kaxezên herî xurt bin

Şêx Baqî wiha axivî: "Li gel guherînin siyasî û leşkerî, em di wê baweriyê de ne ku biryar di destê me de ye, ne di destê tu hêzên din de ye. Lê heger guhertinên nû rû bidin dê kaxeza herî xurt di destê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be. Kaxeza me ew e ku derî û kanalên me ji bo diyalogên bi hemû aliyan re vekirî ne. Firsendên niha di destê me de di hemû aliyan de ji berê bêtir in. Di nava 8 salên dawîn de me di aliyê rêxistinî û ewlehî de, her wiha şerê li hemberî terorê li gelek deverên erdnîgariya Sûriyê de serkeftinên me hene."

Di nav axaftina xwe de Şêx Baqî diyar kir ku li gel biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê û eger bi rastî pêk bîne, dê gelek guhertin û hesab ne tenê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê belê li tevahiya Sûriyê û hemû alî, hêzên leşkerî û siyasî yên mudaxeleya Sûriyê kirine, pêk werin.

Vekişandina Amerîkayê dê hincetên Rûsya û rêjîmê li hember Bakurê Sûriyê ji holê rake

Şêx Baqî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ku biryara siyasî ya vekişandina Amerîkayê ji Sûriyê dê rê li pêşiya mudaxeleya Tirkiyê di xaka Sûriyê de bigire û diyar kir ku mudaxeleya Tirkiyê di herêmê de ne tenê gelê Kurd an jî Bakurê Sûriyê lê belê tevahiya Sûriyê û erdnîgariya wê dike hedef.

Şêx Baqî anî ziman ku eger Amerîka ji herêmê vekişe, Rûsya û rêjîma Sûriyê dê li hember gefên Tirkiyê li dijî herêmê bê deng nemînin û wiha pê de çû: “Ji ber ku ne ji berjewendiyên Rûsya û rêjîmê ye ku Tirkiye mudaxeleya Sûriyê bike, lê dibe ku heya demekê ji bo bidestxistina hin tawîzan ji herêmê bê deng bimînin, ji ber ku Rûsya dixwaze serkêşiya Sûriyê bike.

Rûsya dê mîna berê nemîne

Şêx Baqî pêvajoya bê nirxand, bi taybet helwesta Rûsyayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û destnîşan kir ku piştî biryara Amerîkayê Rûsya neçar maye siyasetên xwe li herêmê biguherîne. Şêx Baqî got helwesta Rûsyayê li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê mîna berê nemîne. Berê Rûsyayê Tirkiye wek kaxiza zextê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar dianî da ku tawîzan bi dest bixe, mîna ku li Efrînê rû daye. Rûsyayê di heman dema êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê de noqteyên xwe jê vekişandin.

Şêx Baqî destnîşan kir ku Rûsya dixwaze gelên herêmê şantaj bike heya ji koalîsyonê dûr bikevin û wiha got: "Lê îro yên li ser erdê Sûrî ne û tu hincet wan ji bo dûrketina ji mafên gelên herêmê nemaye. Tê zanîn ku Rûsya dixwaze berjewendiyên xwe li herêmê pêk bîne û dixwaze serkêşiya çareseriyê li Sûriyê bi dest bixe. Ji ber wê dê dest ji berjewendiyên xwe ji Tirkiyê re bernede û li hember herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wê di her du astên siyasî û leşkerî de bêtir nerm be."

Piştgirên rêjîmê dê zîhniyeta wê ya li hember herêmê biguherin

Têkildarî helwesta rêjîmê piştî vekişandina Amerîkayê, Şêx Baqî destnîşan kir ku rêjîma Sûriyê ji destpêka aloziyê ve, li ser rêgeza înkara hebûnê û neqebûlkirina aliyê din dimeşe û wiha domand: "Ev 8 sal e rêjîmê helwesta xwe neguhert û di xeta xwe de berdewam e. Piştgirên rêjîmê Rûsya û Îran dê rêjîmê îqna bikin ku zîhniyeta xwe ya berê biguherîne da ku alîkariya rêjîmê bikin ji bo ku bigihîje çareseriyan.”

(şx)

ANHA