Jinên Minbicê: Lidarxistina konferansê bi xwe serkeftinek e

Jinên ku beşdarî 1’emîn Konferansa Jinan a Minbicê bûn gotin ku li gel gefên Tirkiyê lidarxistina konferansê bi xwe serkeftinek e. Her wiha tekez kirin ku gelê Kurd, Ereb, Suryan, Tirkman û Çerkez dê li hember artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

Jinên Minbicê: Lidarxistina konferansê bi xwe serkeftinek e
28 kanûn, 2018   07:37

MINBIC

Jinên beşdarên 1’emîn Konferansa Jinan a Minbicê bûn, girêdayî gefên Tirkiyê li dijî bajêr ji ajansa me ANHA’yê re axivîn û destnîşan kirin ku di vê dema awarte de lidarxistina konferansê bi xwe serkeftinek e û bersiveke ji dagirkeriya Tirk re.

Hevseroka Şaredariya Gel a Minbicê Asya Oso got ku li gel gefên Tirkiyê ku herêmê dike hedef, lidarketina konferansê ji jinên Minbic û Sûriyê re bi xwe serkeftinek e.

Asya destnîşan kir ku tevlîbûna jinan ji bo hemû qadên şer xwe ispat kirin ku dê dewleta Tirk nikaribe vîna wan bişkîne. Wê gel bi zendên xwe xaka xwe biparêze.

Li ser heman mijarê hevseroka Komîteya Şaredariyan Nêroz Şihab diyar kir ku pêkhateyên herêmê Ereb, Kurd, Suryan, Çerkez û Tirkman wê li hemberî dagirkeriyê bisekinin.

Girêdayî heman mijarê hevseroka Şirketa Kehrebeyê ya Minbicê Meha El-Elî axivî û konferans li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: “Gefên Tirkiyê jinên Minbic ê natirsîne, ji ber ku jin dikare xwe û welatê xwe biparêze.”

Di dawiyê de Meha destnîşan kir ku jina Sûriyê ya herî zêde fedekarî daye, ji ber ku wê zarên xwe ji bo rizgarkirina welat ji terorê daye.

(şx)

ANHA