Pêkhateyên Dêrikê Erdogan derewandin

Gelê pêkhateya Ereb ên herêma Dêrikê îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje ew ê bikevin Sûriyê da ku gelê Kurd û Ereb rizgar bikin, derewandin.

Pêkhateyên Dêrikê Erdogan derewandin
28 kanûn, 2018   06:52

NEJBÎR OSMAN- ÎSAM ABDULLAH  /QAMIŞLO

Serokomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan îdia kir ku  ew ê ji bo rizgarkirina gelê Kurd û Ereb bikeve Sûriyê. Ev gotinên Erdogan rastî nerazîbûnên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat. Şêniyan teqez kirin ku gelên herêmê xwe bi xwe rêve dibin û herêma xwe ji terorê diparêzin.

Girêdayî mijarê şêniyên pêkhateya Ereb ên herêma Dêrîkê nêrînên xwe bi ajansa me ya ANHA’yê re parve kirin.

Welatiyê bi navê Seêr El-Nasir destnîşan kir ku gefên Tirkiyê li ser herêmê ne nû ne û îdiayên Erdogan ku dê herêm rizgar bike, derewand û got: "Gelo Erdogan wê herêmê ji kê rizgar bike? Ji ber ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav pergala  Rêveberiya Xweser  de xwe bi xwe rêve dibin."

El-Nasir dagirkirina Tirkiyê ya li ser Efrînê bi bîrxist û wiha pêde çû: “Artêşa Tirk a dagirker di bin navê rizgarkirina Efrînê de çeteyên xwe derbasî Efrînê kir. Mal û milkên welatiyan talan kirin û bi darê zorê şênî neçarî koçberiyê kirin."

‘Em bi dostanî dijîn’

El-Nasir got ku gelên herêmê ji berê de bi hevre dijîn û wiha axivî: “Tu cudahî di navbera pêkheteyên Kurd, Ereb û Suryan de tune ye. Têkîlliya me bi hev du re li ser bingeha dostanî û cîrantiyê ye."El-Nasir di dawiyê de bang li êlên Ereb û tevahiya gelên herêmê kir ku bi hev re kar bikin û di xendeken de bi yekdestî li dijî gefên dagirkeriya Tirk bisekinin.

Hincet valene û rastiyan nabêjin

Girêdayî mijarê şêniyên navê Mihemed Ebû Helawê îdiayên Erdogan şermezar kir û wiha axivî: “Ew hincet in. Ji ber ku gel bi xwe, xwe rêvedibe û jiyanek hevpar jiyan dikin. Erdogan ji bo dagirkeriyê hincetan derdixe.”

Mihemed di berdewamiya axaftinên xwe de wiha got: “Dewleta Tirk Efrîn dagirkir, bi hezaran kes koçber kir, komkujî li ser gelê Efrînê pêkanî. Çeteyên terrorist derbazî Efrînê kir.”

Mihemed di dawiya gotinên xwe bang li gelê herêmê kir û wiha got: “Divê em yekîtî û hevgirtinê ava bikin. Em bang li NY’ê jî dikin ku li hemberî dagirkerî û binpêkirinên Tirkiyê helwestek cidî digire.”

ANHA