‘DAIŞ berdewama dewleta Osmanî û Tirkiyeyê ye’

Malbata Alko ku ji qetlîma dewleta Osmanî filitiye, da zanîn ku dewleta Osmanî Ermen bi zorê dikirin misilman û niha jî DAIŞ heman tiştî dike.

‘DAIŞ berdewama dewleta Osmanî û Tirkiyeyê ye’
28 kanûn, 2018   06:28

MÛRADA KENDA - EHMED SEMÎR / QAMIŞLO

Di kolanên bajarê Qamişlo de gelek çîrokên Ermen, Suryan û Êzidiyan hene ku rastî  komkujiyên dewleta Osmanî hatine. Li ser tunekirina van pêkhateyan, dewleta Osmanî di salên 1914-1918’an de komkujî pêk anîn. Di encama komkujiyan de bi milyonan mirov hatin qetilkirin. Ermen, Suryan û Êzidiyên ku ji komkujiyan filitîn, li rojavayê Kurdistanê jiyaneke nû ji xwe re afirand.

Li ser guhdarkirina çîrokên pêkhateyên ji komkujiyê filitînê, wek ajansa Hawar me serdana mala wan kir. Li taxa Bişêriyê ya giredayî bajarê Qamişlo malbatek Ermen ku bi navê malbata Alko tê naskirin, li dijî komkujiya dewleta Osmanî parastina çand, ziman û olê ji xwe re wek pîvan êsas girtiye. Yek ji ferdên malbata Alko, Seyran Mîlkûn Alko 95 salî ye. Seyran bi êşên çîrokên komkujiya dewleta Osmanî mezin bûye. Beriya komkujiya dewleta Osmanî vebejê, Seyran van gotinan tîne ser ziman: “DAIŞ berdewama dewleta Tirk û dewleta Osmanî ye.” 

Seyran piştî komkujiyê di temenê 5 salî de, di sala 1923’yan de bi malbata xwe re ji bajarê Êlihê yê bakurê Kurdistanê koçberî bajarê Qamişlo yê Rojava dibe. Li gundê Xûca yê giredayî bajarê Qamişlo bi cih dibin û hêdî hêdî jiyaneke nû diafirînin.

‘Ji malbata me gelek kes hatin qetilkirin’

Di komkujiya dewleta Osmanî de ji malbata Alko de gelek kes hatin qetilkirin. Bav û xwişkên hevjînê Seyran (Gerabet Hakok) jî di encama komkujiyê de hatin qetilkirin. Seyran li ser komkujiyê van tiştan dibejê: “Ji malbata me gelek kes hatin qetilkirin. Dayika min ji bo ez dîroka xwe ji bîr nekim, her dem çîrokên komkujiyê vedigotin. Hin ji wan çîrokan ku digot; dayikên ku dûcanî bûn, zarokên wan di zikê wan de bi kêrê qetil dikirin, leşkerên dewleta Osmanî hemû xortên Ermen û Suryan direvandin û tecawizî jinan dikirin.”

‘Bi zorê Ermen dikirin misilman’

Seyran li ser polîtîkayên dewleta Osmanî van tiştan dibejê: “Dewleta Osmanî li dijî hebûn û ola me bû. Niha jî dewleta Tirkiye heman tiştî dike. Li ser tunekirina me gelek polîtîkayên qirêjî bi pêş xistin. Di komkujiya 1914’an de yên ku nerevîn, bi zorê dihatin misilmankirin. Her wiha zarokên biçûk bi taybet ên xort ji malbata wan veqetandin û ji bo bibin misilman, ew dibirin mizgeftan. Yek ji wan mînakan birayên hevjînê min ku bûn qurbaniyên polîtîkayên dewleta Osmanî û bi zorê hatin misilmankirin. Piştî ku hatin misilmankirin navên Elî, Ebdilah, Cemîl û Mecîd li wan kirin. Dema hevjînê min birayên xwe dîtin, ew nas nekirin. Bi wan êşan hevjînê min beriya 20 salan jiyana xwe ji dest da.”

‘DAIŞ berdewama dewleta Osmanî û Tirkiyeyê ye’

Seyran dewleta Osmanî wek dewleteke neteweperest pênasê dike û wiha dibejê: “Dewleta Tirk heman şêwazê li dijî hebûna gelan, neteweperest e. DAIŞ jî berdewama dewleta Tirk û dewleta Osmanî ye. Tu cudahî di navbera wan de tune ye. Bi zorê xelkê dikin misilman. Li Şengalê jinên Êzidî revandin û ew bi zextê kirin misilman. Li Efrînê jî heman tiştî dikin. Ev ji mirovahiyê dûr in. DAIŞ dibêje em li ser misilmantiyê şer dikin lê hemû ol û bawerî li dijî kuştina mirovan in.”

‘Em ê we dîsa hûrhûr bikin!’

Keça Seyran, Almast Hakok Manûk ku 60 salî ye, beriya şoreşa Rojava diçin bajarê xwe Êlihê û li wir rastî gefên leşkerên dewleta Tirk tên. Almast gefên leşkerên dewleta Tirk wiha ji me re parve dike: “Li vegera bajarê Êlihê min ji hevjînê xwe re tembûr kirîbû. Beriya ji deriyê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistan re derbas bibin, hevjînê min li benda min bû û bi kêfxweşiyê min tembûra di destê xwe de rakir û nîşanî wî kir. Piştre leşkerên dewleta Tirk ez binçav kirim û gotin te ji terorîstan re peyam bi rê kiriye. Dema ku dîtin ez Ermen im, ev tişt gotin: ‘Em ê we dîsa hûrhûr qetil bikin.’ Hê jî dixwazin me tune bikin. Ew dijminatiya neteweperest didome. Ji koçberî û komkujiya ser me têr nebûne.”

‘Li Rojava hebûna me tê naskirin’

Malbata Alko li dijî armanca tunekirina hebûna Ermenan parastina çand û ziman wek pîvanên esasî digirin. Hemû ferdên malbatê fêrî zimanê kurdî bûne. Li ser jiyana wan a rojavayê Kurdistanê Seyran Mîlkûn Alko van tiştan dibêje: “Cîranên me hemû Ereb û Kurd in. Em fêrî zimanê kurdî bûn. Heta niha tu pirsgirêk di navbera me de çênebûne. Em çanda hev fêr dibin. Bi avabûna şoreşa Rojava re komînên Suryan û Ermenan jî çêbûn. Di komîna Ermenan de zarokên min cih digirin. Li vir hebûna me tê naskirin. Lê li Tirkiyeyê ne em, ne jî pêkhateyên din nayên qebûlkirin.”

ANHA