QSD li Dêrezorê pêş de diçe

Şervanên QSD’ê gelek derbeyêngiran li çeteyên DAIŞ’ê dane. Hat diyarkirin ku herî kêm 15 çete hatine kuştin, gelek cepilxane kete destê şervanan û gelek rêyên sereke ketine di bin kontrola şervanan de.

QSD li Dêrezorê pêş de diçe
27 kanûn, 2018   08:58

DÊREZOR

Li gor agahiyên ku çavkaniyek lerşkerî ji Dêrezorê da ajansa me ANHA’yê hat gotin ku duh li Dêrezorê di seetên sibehê de li du aliyên gundewarên rojhilat û başurê rojhilatê Hecînê şerên dijwar derketin. Piştî şer çeteyên DAIŞ’ê paş de çûn. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê paş de zivirîn, şervanên QSD’ê operasyon li dar xistin.

Çavkanî diyar kir ku di encamê şer û operasyonan de QSD’ê, gelek tunelên çeteyên DAIŞ’ê îmha kirin. Gelek cepxane ketin destê şervanan. Hewanên 120 û guleyên wê, 4 kelaşinkov, espicinoyek, 3 hewan, compurorek, el û pêlên leşkerî û du cenazeyên çeteyan ketin destê şervanan. Herî kêm 6 erebeyên çeteyan hatin îmhakirin. Hinek rêyên sereke ketin di bin kontrola şervanan de, herî kêm 15 çete hatin kuştin û şervanên QSD’ê gelek nuqteyên din ava kirin.

ANHA