Li Atînayê li ber dêrek ê  teqîn

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, bombeyeke bi destan çêkirî li ber dêrekê teqiya. Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Li Atînayê li ber dêrek ê  teqîn
27 kanûn, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Di van demên dawî de ku di navbera dewleta Tirk a dagirker û Yewnanîstanê alozî derketin de, çêbûna teqînê bal kêş e. Bi taybet jî teqîn li ber dêrekî çêbûye. Di demên borî de dema di navbera dewletên Ewrupa û Tirkiyê de alozî çêdibûn, li wan dewletan pey hev êrîşên terorîstane rû didan. Di vê demê de teqîna Yewnanîstanê balkêş e.

Teqîn li gorî dema herêmê saet 07:10'an pêk hat. Piştî ku li ser pakêteke bi guman îxbar hate kirin, polîs çûn cihê bûyerê û di wê kêliyê de teqîn çêbû.

Ji ber teqînê, parêzvanekî dêrê û polîsek bi sivikî birîndar bûn.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe.