‘Kesên ku li Ezazê civiyan tenê nûnertiya xwe dikin’

Şêx Elî El-Elî bang li hemû eşîrên Ereban kir ku bi hev re li pêşiya gefên Tirkiyê bisekinin û destnîşan kir ku şêxên ku li Ezazê civiyane tenê nûnertiya xwe dikin.

‘Kesên ku li Ezazê civiyan tenê nûnertiya xwe dikin’
27 kanûn, 2018   08:56

EHMED KIMIYAN – TIRKÎ EL-GALID / GIRÊ SPÎ

Şêxê eşîra Hatim El-Tayî Elî El-Elî bi rêya ajansa me helwesta eşîran ji bo gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand. Şêx Elî El-Elî da zanîn ku hemû şêniyên herêmê bi yekbûna xaka Sûriyê bawer in û parçekirina wê red dikin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di 12`ê Kanûnê de gotibû ku dê çalakiyeke leşkerî ji bo dagirkirina herêmên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin.

Der barê mijarê de, şêx Elî El-Elî teqez kir ku hemû eşîrên Ereban û pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, êrîşên li ser herêmên wan ku ewlehî û îstîqrara wan xerab dikin, red dikin. El-Elî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû şêniyên herêmê ji Ereb, Kurd û Suryan bi xaka xwe ve girêdayî ne û amade ne parastina wê bikin."

El-Elî destnîşan kir ku parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser milê QSD`ê ye û wiha got: "Beriya ku koalîsyon alîkariyê bide, me li ber xwe da û êrîşên terorîstan şikandin." 

Şêx Elî teqez kir ku girîng e yekbûna gelê Sûriyê pêk were û gotegotên ji derve red kirin û diyar kir ku ev reklam û gotegot ji bo parçekirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şêx Elî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yên ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn û ji bo parastina wê xwîna xwe didin, ew xwedî biryar in û got şêxên ku Tirkiyê li bajarê Ezazê civandin, armanca wê belavkirina fitneyan di nava gelan de ye û ew şêx tenê nûnertiya xwe dikin.

(jo)

ANHA