Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir

15 jinên taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi hevkariya Kongreya Star a taxê ji bo vejandina aboriya taxê û bilindkirina asta aboriya jinan, kooperatîfek vekir.

Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir
Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir
Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir
Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir
Jinên Şêxmqsûdê kooperatîfeke nû vekir
27 kanûn, 2018   08:37

ROZANA DADO / HELEB

Jinên taxa Şêxmeqsûd bi rêya vekirina projeyan di pêşxistina aboriya taxê de, bilindkirina asta aboriya jinan û peydakirina derfetên kar ji jinan re roleke girîng dilîzin. Jinên taxê bi hevkariya Kongerya Star gelek proje vekirine. Jê ya herî girîng dikana madeyên paqijiyê û amûrên malan e.

Porje di destpêka meha Mijdarê de ji aliyê Komîteya Aborî ya girêdayî navenda Komîna Şehîd Gulê Selmo bi lêçûneke 300 hezar lîreyên Sûriyê hate vekirin.

Di projeyê de 15 jin şirîk in, para her jinekê 15 hezar lîreyên Sûriyê ye. Miqdara pereyan ku jin di kooperetîfê de şirîk in 150 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Di dikanê de 3 jin rojane 8 saetan dixebitin. Li gorî berpirsên kooperetîfê, qezencên projeyê di 6 mehên destpêkê de ji bo kirîna kelûpelan û ji bo firehkirina porjeyê dê werin bikaranîn û piştre wekhev dê li ser jinan werin belavkirin.

Kongreya Star desteka projejê dike

Ji ber ku Kongreya Star wek sîwana tevahiya saziyên jinan tê hesibandin, kongreya bi miqdara 150 lîreyên Sûriyê di projeyê de şirîk e.

Ji aliyekî din ve endamên jin ên komînê bi koordîneya Şaredariya Gel û hemû sazî û komînên din pêdiviyên projeyê peyda dikin.

Girêdayî mijarê endama rêveber a Komîna Şehîd Gulê Selmo Mewlîde Hesen wiha got: "Ji bo aktîfkirina rola jinan di warê aborî de em van projeyan vedikin."

Vekirina projeyê destpêka vekirina rêzeprojeyên aborî ye

Welatiya bi navê Necîde Hemo got jinên beşdarî projeyê bûne, destnîşan dikin ku ev proje ji bo xurtkirina aboriya jinan gaveke girîng e û diyar kir ku ev destpêka vekirina projeyên aborî ye.

Welatiya bi navê Yasmîn Oso jî diyar kir ku ji bo bilindkirina asta aboriya xwe û peydakirina pêdiviyên xwe tev li kooperetîfê bûye. Yasmîn destnîşan kir ku proje wê bi ser bikeve bi taybet piştî ku şênî û endamên saziyên taxê pêdiviyên xwe ji projeyê peyda dikin.

Di dawiyê de Yasmîn bang li tevahiya jinan kir ku ji bo bilindkirina asta aboriya jinan xwe bi xwe bixebitin û hevkar bin.

(şx)

ANHA