Şendeyek ji Zanîngeha Silêmanî serdana Zanîngeha Rojava kir

Îro şandeyeke ji 6 kesan ji Zanîngeha Silêmaniyê  ya Başûrê Kurdistanê serdana Zanîngeha Rojava kir.

Şendeyek ji Zanîngeha Silêmanî serdana Zanîngeha Rojava kir
26 kanûn, 2018   17:40

QAMIŞLO

Bi armanca naskirina sîstema zanîngeh û akademiyên Rojava û xurtkirina têkliyan di navbera zanîngehên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûiyeyê û zanîngehên Başûrê Kurdistanê de, şandeyek ji zanîngeha Silêmaniyê serdana Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê kir.

Şande ji 6 mamosteyên zanîngehê pêk hat, mamosteyê fîzîk û kîmîk Dr. Şiwan Ebdellah Hemed, mamosteyê qanûn Dr.Mihsên Hesen  Barim, endeziyar Sakar Sedîq , mamosteyê bekelorês Bêrîvan Hemîd Mihemed Bekelorês, mamosteyê bekolorêsa bazirganiyê Zihengîn Ebû Bekir û mamosteyê sosyolojiya Dr. Suhêb Nadir Master.

Şande ji aliyê Heserokên Zanîngeha Rojava Rohan Mistefa û Ehmed Ibrahîm û cîgirên Wan Xelef Şeban, Mesûd Mihemed, Şînda Dawûd û Gulistan Seydo ve hate pêşwazîkirin.

Di serdanê de endamên şandeyê û Rêveberiya Zanîngeha Rojava li ser sîstema zanîngehê nîqaş kirin. Rêveberiya Zanîngehên Rojava diyar kirin ku zanîngeh ji Fakulteya Endeziyariya Çandiniyê, Endeziyariya Betrokîmiya, Fakulteya Wêjeya Kurdî , Fakulteya Kîmiya û Fakulteya Dîrok de hene.

Hevserokê Zanîngeha Rojava Ehmed Ibrahîm destnîşan kir ku zanîngehê nav û hêviya gelê Rojava rakiriye, metiryalên zanistî yên pisporî bingeh digire. Ehmed destnîşan kir ku mamoste û akademisyanên pspor perwerdeyan didin.

Ehmed Ibrahîm ku Zanîngeha Rojava sîstema ezmînan bingeh nagire û sîstema nirxandinê bingeh digire û xwendekaran ji tevahî waran de dinirxînin, ji bo nifşekî gihîştî ava bibe.

Hevserokê zanîngehê pêşniyar kir ku zimanê Kurdî di Zanîngeha Silêmanî de were dayîn.

Endamên şandeya Zanîngeha Silêmanî beşa Fakulteya Jineolojî û sîstema hevserokatiyê di Zanîngeha Rojava de ecibandinû ew dê tecrûbeya Zanîngeha Rojava dê li Başûr were nîqaşkirin.

Dê şandeya Zanîngeha Silêmaniyê Fakulteyên Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê bikin.

Divyabû şande roja Sêşemê di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bibûya lê Hikumeta Başûr ew dereng xistin.

ANHA