Hêzên dagirker li Efrînê 3 kes revandin

Çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker li gundê Hesê yê Efrînê 3 welatiyên bi temen revandin.

Hêzên dagirker li Efrînê 3 kes revandin
26 kanûn, 2018   18:04

EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê ji ajansa me re diyar kir ku çete û leşkerê artêşa Tirk a dagirker li gundê Hesê yê girêdayî bajarê Efrînê girtin ser malên sivîlan.

Di sergirtinê de Henîfe Mihemed (80), Fatma Silêman (58) û Bavê Rêzan (70) hatin revandin û ber bi cihekî ne diyar ve hatin birin.

Hêzên dagirker ji dîroka dagirkirina Efrînê ve bi mebesta fidyeyê bi sedan sivîl revandin. Her wiha bi dehan dîmenên kişandine û ji malbatên wan re şandine da wan tehrîk bibe.

Li aliyekî din jî talankirina mal û milkên sivîlan û destdirêjiya li ser xwezayê didome.

ANHA