Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet

Şêniyên navçeya Amûdê ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek lidar xistin. Di meşê de şêniyan slogana 'Ji bo jiyana bi rûmet li berxwe bidin' berz kirin.

Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
Li Amûdê li dijî dagirkeriya Tirkiyê meşa bi heybet
26 kanûn, 2018   17:05

QAMIŞLO

Meclisa navçeya Amûdê bi koordîneya Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê meşek li navenda navçeyê lidarxistin.

Bi sedan şênî, xwendekar û endamên Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê tev li meşê bûn.

Meş ji ber çarxeriya Jin a têketina navçeya Amûdê destpê kir. Girseya gel pankartên bi nivîsên bi zimanên Erebî û Kurdî 'Ji bo jiyana bi rûmet li ber xwe bidin', 'Meşa gelan li dijî dewleta Tirk a dagirker', 'Mirin ji dagirkeriyê re .. bijî biratiya gelan', 'Rojava wê bibe gora dagirkeran', 'Azadiya serok Apo azadiya me ye'û 'Na ji dagirkeriya Tirk re' hildan.

Meşvanan solganên 'Na ji Osmaniya nû re', 'Na ji êrîşên Tirkiyê li dijî Bakur û rojhilatê Sûriyê', 'Dîktetor Erdogan'û 'Faşîst Erdogan' berz kirin û berê xwe da navenda Ciwanan a navçeyê.

Meş li ber navenda Ciwanan bakurê navçeyê rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de hevserokê Meclisa Rêveber ê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Seroxan axivî û berxwedan û serkeftinên şervanan li hember DAIŞ'ê silav kir.

Saroxan wiha domand: "Pitşî biryara Amerîkayê ku wê leşkerên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişîne, gelek hêzên cîhanî tev li hev bûn. lê hêzên me yên leşkerî diyar kirin ku ew di berxwedana xwe de li dijê DAIŞ'ê û li dijî her êrîşekê de berdewam e. Şoreşa me bi vîna me destpê kir û dê bi vîna me bidome."

Her wiha Saroxan destnîşan kir ku piştî 4 salan ji şoreşê, cîhan berxwedan û têkoşîna gelê herêmê li dijî DAIŞ'ê dît, ji lew re û beyî ku kesek bang wan bike desteka şerê li dijî DAIŞ'ê kirin û wiha pê de çû: "Eger Amerîka bixwaze leşkerên xwe vekişîne de bila bikşîne, ji ber ku wê tu bandor li me neke. Hejmara leşkerên Amerîkayê hejmara girûpek YPG'ê derbas nake."

Saroxan sala 2018'an bi sala 2011'an da ber hev û destnîşan kir ku îro derdora 100 hezar şervanên YPG, YPJ, QSD û Hêzên Erk Xweparastinê li herêmê ava bûne û ew jî zarên pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji Kurd, Ereb û Suryan.

Meş bi teqezkirina şêniyên navçeya Amûdê berdewamkirina têkoşîn û berxwedanê li dijî her êrîşekê ku ewlehî û aramiya herêmê dike heder bi dawî bû.

(şx)

ANHA