2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger kirin

Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî Mehmet Erbey û Suleyman Benzer bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

2 girtiyên din jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdorveger kirin
26 kanûn, 2018   13:52

NAVENDA NÛÇEYAN

Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Tirkiye yê belav dibe. Greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven ku bi daxwaza rakirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin di roja 49’an de didome. Grevên birçîbûnê belavî hemû girtîgehan bû.

Piştî Girtîgeha Jinan a Sincanê li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê girtiyên siyasî, Mehmet Erbey û Suleyman Benzer jî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Li aliyê din greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger ya 10 rojan a  girtiyên PKK’ê yên li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê di 27’ê Mijdarê de dest pê kirine didome.