Di sala 2018`an de li ser asta cîhanê bûyerên girîng

Di sala 2018`an de, gelek bûyeran ku bandora xwe li ser asta cîhanê hene, rû dan. Ji wan lûtkeya awarte ya  di navbera serokê Amerîka û serokê Koreya Bakur de, lihevkirina aliyên şer ên Yemenê, her wiha ji ber polîtîkayên AKP`ê aboriya Tirkiyê derbeyeke mezin xwar.

Di sala 2018`an de li ser asta cîhanê bûyerên girîng
26 kanûn, 2018   05:06

YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 2018`an de, gelek bûyerên ku bandora xwe di gelek aliyan de hebûn, çêbûn. Ji Lubnanê heta Yemen, Iraq, Tirkiye, Rûsya, Koreya Bakur, Fransa û Brîtanyayê gelek bûyeran rû da.

Çalakiyên li Iraqê û aloziya pêvajoya siyasî ya Iraqê

Li Iraqê gelek bûyerên siyasî û leşkerî rû dan û ji wan ên herî girîng nakokiya di navbera hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê de û aloziya avakirina hikumetê.

Piştî nakokiya di navbera hikumeta Bexda û hikumeta Herêma Kurdistanê de ya sala 2017`an û bilindbûna asta leşkerî di navbera her du aliyan de, lê bi destpêka sala nû ango 1`ê Çileya 2018`an, careke din têkilî di navbera her du aliyan de vegeriyan û di navbera Bexda û Hewlêrê de hevpeyman çêbû. Naveroka hevpeymanê der barê rêvebirina deriyên sînor de bû. Li gorî hevpeymanê her du aliyan li ser avakirina komîteyan li hev kir da ku xebatên deriyan bi rêxistin bikin. Her wiha li hev kirin ku divê Bexda rêveberiya sînorê navneteweyî bi Tirkiye û Îranê re bike.

Atmosfera erênî ya di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê de dewam kir û 19`ê Adarê Bexdayê mûçeyên hemû karmendên Başûr û pêşmergeyan dan.

Lê hikumeta Herêma Kurdistanê sîstema budçeyê li ser karmendên Başûr ferz kir. Ji ber vê biryarê jî, 25`ê Adarê li gelek bajarên herêma Kurdistanê gel rabû ser pêyan û ev biryar şermezar kir.

Her wiha 23`yê Hezîranê guhartin di nexşerêya siyasî ya Iraqê de çêbû û serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û serokê Teyar El-Sedr Muqteda El-Sedr hevbendiyek bi navê El-Neser û Saîrûn ava kir. Her du bilokan di hilbijartinên Iraqê yên 12`ê Gulanê de, asta sêyemîn û yekemîn bi dest xistin.

Ji ber aloziya siyasî û tunebûna destûrekê, serhildanên gel ji ber kêmbûna kar û nerêxistinkirina hatina kehrebe û avê û her wiha hin pêdiviyên din ên sereke, dest pê kir. Di serhildanan de kiryarên şîdetê hatin bikaranîn. Di 8`ê Tîrmehê de, li nêzî bajarê Besrayê, welatiyekî Iraqê ji aliyê polîsên Iraqê ve hate kuştin û hin welatiyên din jî birîndar bûn.

2`yê Cotmehê, namzetê YNK`ê Berhem Salih bû serokkomarê Komara Iraqê. Ji bo avakirina hikumeta nû, wezîrê petrolê yê berê Adil Ebd El-Mehdî hate erkdakirin.

25`ê Cotmehê Berhem Salih tevî 14 wezîran ji lîsteya hikumeta nû sond xwar. Lê heta niha cihê Wezareta Hundirîn û Parastinê û hin wezaretên din vala ye.

Koreya Bakur û Başûr nakokiyên xwe bi dawî kirin û têkiliyên germ ava kirin

26`ê Nîsanê, serokê Koreya Başûr Mon Cayî û serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un li xeta leşkerî ya ku nîvgirava Koreyê dabeş dike, hevdîtin kirin. Kim Jong-Un ku bi meşê xet derbas kir, bû yekemîn serokê Koreya Bakur ku derbasî axa Koreya Başûr bû.

Trump pirsgirêka xwe bi Koreya Bakur re bi dawî kir

6`ê Çileyê Trump ragihand ku ew amade ye bi telefonê bi serokê Koreya Bakur Kim Jong-Un   re biaxive. 12`ê Hezîranê, lûtkeya dîrokî ya di navbera Trump û Kim Jong-Un de li Sengeforiya bi dawî bû.

Li Erebistana Siûdî bûyerên nakok

Li Siûdiyê jî gelek bûyerên balkêş çêbûn. Hikumeta Sûidiyê 6`ê Çileyê 11 emîr ku xwe di qesra hikumetê de xwe veşartibû, girtin.

23`yê Hezîranê qedexeya li ser jinan ji bo ajotina erebeyan rabû.

2`yê Cotmehê nivîskarê Siudî Cemal Xaşiqcî piştî ku derbasî konsolosxaneya Siûdiyê ya li Tirkiyê bû, winda bû. 19`ê Cotmehê serdozgerê giştî yê Siûdiyê ragihand ku li gorî lêpirsînên destpêkê, Cemal Xaşiqcî hatiye kuştin.

Zext û zordariya li Tirkiyê û binpêkirina mafên mirovan

5`ê Çileyê, Fransayê hêviya Erdogan a ji bo derbasbûna nava Yekitiya Ewropayê qut kir. Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêşniyar kir ku Tirkiye dikare bi Yekitiya Ewropayê re bibe hevkar. Serokê Tirkiyê Erdogan jî got welatê wî ji bendeweriya 54 salan a ji bo tevlêbûna nava Yekitiya Ewropayê westiyaye.

8`ê Çileyê hikumeta Tirkiyê cara şeşan “rewşa awarte” ragihand. Rewşa awarte piştî hewldana derbeyê ya 2016`an a li Tirkiyê dest pê kir.

20`ê Adarê Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyê kir ku rewşa awarte bi dawî bike û anî ziman ji ber rewşa awarte mafên mirovan hatine binpêkirin.

Li ser hilbijartinên pêşwext ên serokatiya Tirkiyê, 19`ê Nîsanê berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Maneuvered ragihand ku Tirkiye nikare hilbijartineke azad û paqij pêk bîne.

5`ê Tebaxê lîreyên Tirkiyê li hemberî dolarên Amerîkayê gelekî bi bin ket û nirxê wê kêm bû.

Piştî 2 salan ji girtina keşeyê Amerîkayê Andrew Brunson ji aliyê Tirkiyê ve, 12`ê Cotmehê hate berdan.

Zextên aborî yên Ewropayê li ser Rûsyayê

Sala 2018`an, ji ber jehrkirina sîxurê Rûsyayê li Londonê ku ew û keça xwe di 4`ê Adarê de mirî li Londonê hatin dîtin û hin pirsgirêkên din, gelek zextên aborî li ser Rûsyayê hatin meşandin.

15`ê Adarê, DYA`yê ji ber êrîşên elektronîk ên Rûsyayê li ser toreyên belavkirina enerjiya Amerîkayê û tohmetên der barê destwerdana Rûsyayê di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de, li ser Rûsyayê danekirin ferz kirin.

19`ê Adarê, tevî sextekarî û redkirina aliyên muxalefetê, cara çaremîn Vladimîr Pûtîn bû serokê Rûsyayê.

26`ê Adarê, serokê Amerîkayê Donald Trump biryara derxistina 60 dîplomatên Rûsyayê ji DYA`yê da. DYA`ê ragihand ku ji ber ku ev dîplomatan karê sîxuriyê ji bo îstixbaratan dikir, hatine derxistin. Yekitiya Ewropayê jî ragihand ku 14 dewletên yekitiyê, têkildarî mijarê, ceza li ser Rûsya ferz kirin.

18`ê Hezîranê Yekitiya Ewropayê ceza li ser Rûsyayê nû kirin.

Lubnan... Saleke tijî nakokî

3`yê Adarê, piştî gelek salan ji nakokiyan, cara yekemîn Lubnanê sefîrekî xwe li Siûdiyê erkdar kir.

24`ê Gulanê, serokê Lubnanê Michel Aoun Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikumeta nû erkdar kir. Piştî destekdayîna 111 parlamenteran, Seed El-Herîrî cara sêyemîn bû serokê hikumeta Lubnanê.

Li Filistînê agirbest

14`ê Gulanê DYA`yê sefareta xwe veguhast bajarê Qudsê.

20`ê Tîrmehê, tevgera Hemas agirbesta bi Îsraîlê re ragihand.

30`ê Adarê gelê meşên vegera mezin li dijî hêzên Îsraîlê destpê kir. Di van meşan de gelek Filistinî hatin qetilkirin û birîndar bûn.

14`ê Mijdarê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Avigdor Lieberman ji ber agirbesta bi tevgera Hemasê ji karê xwe îstîfa kir û banga pêkanîna hilbijartinan kir.

Yemen… Sala ku bi şer dest pê kir, bi hewldanên aştiyê bi dawî dibe

Ji destpêka salê ve, di navbera hêzên hikumeta Yemenê ku ji Koalîsyona Erebî bi serkêşiya Siûdiyê ve tê destekkirin û hêzên Hûsiyan ku ji Îranê desteka xwe digirin, şer dewam kir. Di vê çarçoveyê de, di 13`ê Gulanê de, Koalîsyona Erebî li dijî Hûsiyan operasyonên leşkerî li bajarê El-Hudeyda dest pê kirin.

1`ê Tîrmehê, Îmareta Erebî bi awayekî demkî operasyona leşkerî ya li El-Hudeyda rawestand da ku Hûsî bê şert ji wir derkevin.

4`ê Tîrmehê, nûnerê NY`yê yê Yemenê Martin Griffiths ragihand ku wî danûstandinên erênî bi serokê Hûsiyan Ebd El-Malik El-Hûsî re kirin.

8`ê Îlonê ji ber nebûna şandeya Hûsiyan li Cinêvê, danûstandinên aştiyê têk çûn.

30`ê Cotmehê, wezîrê parastinê yê Amerîkayê banga bidawîbûna şerê li Yemenê kir û destpêkirina çareseriya siyasî kir.

14`ê Mijdarê, hêzên hikumeta Yemenê êrîşa xwe li ser El-Hudeyda rawestand.

6`ê Kanûnê, danûstandinên der barê Yemenê de li Siwêda di navbera hêzên hikumetê yên Yemenê û Hûsiyan de bi serpereştiya NY’yê dest pê kir. Her du aliyan der barê girtiyan û agirbesta li El-Hudeydayê de li hev kir.

11`ê Mijdarê, serokên 70 dewletan li Fransayê bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi bîr anî.

18`ê Mijdarê, ji ber zêdebûna nirxê mazotê, li gelek aliyên Fransayê çalakiyên protestoyê (çalakiyên Êlekzeran) hatin lidarxistin û di encamê de, ji ber êrîşên polêsan 14 ji wan xedar, 400 kes birîndar bûn. Di encama çalakiyê de, hikumeta Fransayê neçar ma ku biryara zêdebûna nirxê mazotê bide rawestandin.

19`ê Mijdarê, wezîrên karên derve yên Yekitiya Ewropayê ku ji 27 dewletan pêk tê, derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) erê kir.

ANHA