Ebû El-Erac: Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac destnîşan kir ku Tirkiyê bi gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destkeftiyên gelê herêmê dike hedef û got:" Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in.”

Ebû El-Erac: Şêniyên Minbicê di berxwedanê de bi israra in
26 kanûn, 2018   05:36

TEBQA

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ehmed El-Sultan ê ku bi navê Ebû El-Erac tê naskirin destnîşan kir ku dewleta Tirk, çeteyên xwe amade dike da ku êrîşî Minbicê bike û teqez kir ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe li hember wan çeteyan bisekinin.

Ebû El-Erac diyar kir ku pergala Tirkiyê di serî de Erdogan di nav aloziyek hundirîn de ne, ji lewre gefa êrîşan li herêmê dixwe, piştre yekser dema êrîşên xwe paşde dixe û wiha dewam kir:” Ev daxuyaniyên Erdogan isbat dike ku li gel Tirkiyê ew hêza êrîşker tune ye tenê pişta xwe daye teknelojiyê.

Di berdewama gotinên xwe Ebû El-Erac teqez kir ku ew wek Artêşa Şoreşgeran di bin alê QSD'ê di eniyên şer li dijî çeteyên DAIŞ'ê de cihê xwe digirin û diyar kir ku beşek mezin ji hêzên wan tev li Qonaxa Şerê Tinekirina Terorê bûne. Ebû El-Erac bal kişand ku beşa din jî li gel Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye û di noqteyên pêş de wek tedbîr li hemberî êrîşên muhtemel ên Tirkiyê cih girtine.

Ebû El-Erac bal kişand ku artêşa Tirk a dagirker çeteyên xwe ji herêmên Idlib, Bab, Ezaz û Efînê kom dike û tîne gundên ser sînorên Minbicê da ku êrîş bike.

 ‘Em amade ne berisva êrîşan bidin’

Cîgirê Fermendariya Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû El-Erac got: "Em wek Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê me amadekariyên xwe kirine û eger Tirkiyê û çeteyên wê hewl bidin êrîşan bikin ew ê bersivê bibînin.”

Şêniyên Minbicê dest ji xaka xwe berneda û dê bernede

Girêdayî rewşa şêniyên bajêrê Minbicê Ebû El-Erac wiha got: "Şêniyên herêmê bi hêzên Artêşa Şoreşgeran û Meclisa Leşkerî ya Minbicê wek hêzek parastvan bawer in. Çawa me bajêr ji DAIŞ'ê rizgar kir, em ê wan biparêzin. Şêniyên Minbicê di berxwedanê de li rex Meclisa Leşkerî ya Minbicê û parastina bajarê xwe bi israr in."

Di dawiyê de Ebû El-Erac teqez kir ku şêniyên bajêr pişta xwe nedane hêzên Koalîsyonê lê belê pişta xwe dane hêzên û vîna xwe.

(şx)

ANHA