Girkê Legê şehîdê Şerê Tinekirina Terorê spartin axê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeya şehîdê YPG'ê Îmad El-Mensûr ê ku di pêngava Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bûbû li goristana şehîdan a Til Koçerê spartin axê.

Girkê Legê şehîdê Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Girkê Legê şehîdê Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
Girkê Legê şehîdê Şerê Tinekirina Terorê spartin axê
25 kanûn, 2018   15:22

QAMIŞLO

Girseya gel cenazeya şehîd Îmad El-Mensûr (Zewba Ednan) ji ber nexweşxaneya Hogir a bajarê Dêrikê wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristan şehîdan a navçeya Til Koçerê ve ketin rê.

Piştî ku şênî gihîştin goristanê merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve hate destpêkirin.

Piştre ji fermendarên YPG'ê Xalid Dara axivî û got: "Erdogan emîrê çeteyan e. Gefa êrîşan li herêmê dixwe û hewl dide tevliheviyê di navbera şêniyên herêmê de derbixe."

Xalid Dara got çawa çeteyên DAIŞ'ê û komên din ji herêmê hatin qewirandin dê terora Erdogan jî tune bibe.

Ji aliyê xwe ve endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Qehreman Mihemed jî axivî û destnîşan kir ku gelên herêmê dê li hember her êrîşeke Tirkiyê bisekinin û dê rê nedin Erdogan ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku yekîtiya xwe xurt bikin, li dora hêzên xwe yên leşkerî li hev kom bibin û bi îdiayên Erdogan yên ku têkbirina projeya Netewa Demokratîk û vegerandina xewna Osmanî bi zihniyeta DAIŞ'ê armanc dike, neyên xapandin.

Piştî axaftinan, wesîqeta şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û  radestî malbata şehîd hate kirin. Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nav tilîliyên dayîkan de veşaratin.

(şx)

ANHA