Ajansa me li nêzî El-Mohsenlî rewş çavdêr kir

Nûçegihanên ajansa me ANHA’yê rewşa gundê El-Mohsenlî ku êrîş jê destpêkirin çavdêr kir, gundî di bin metirsiyê de dijîn û derketina derve hatiye qedexe kirin..

Ajansa me li nêzî El-Mohsenlî rewş çavdêr kir
Ajansa me li nêzî El-Mohsenlî rewş çavdêr kir
25 kanûn, 2018   14:08

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Gundê El-Mohsenlî ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, ji wir êrîş kirin ser şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbic ê. Nuçegihanên ajansa me ANHA’yê xwe gihandin dîmen û wêneyên gund.

Di encamên êrîşê de tu ziyan negiha şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, lê li herêmê bêdengiyek heye.

Çeteyan li gund ji seet 06.00, heta seet 18.00’an îlan kir.

Gundê El-Mohsenlî gundê herî nêzî noqteyên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ye, gund li ser çemê El-Sacûr di navbera Minbic û Cerablûsê de ye.

Şervanê  Meclisa Leşkerî ya Minbicê Qehreman Minbic diyar kir ku çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ji dema ragihandina gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve her roj nuqteyên wan hedef digirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê teqez kir ku dê heta dawiyê meclis li pêşiya êrîşên bisekine û parastina herêmê bikin.

ANHA