Xerîb Hiso: Vîna gel wê bi serkeve

Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso di konê çalakiya mertalên zindî ya li Kobanê de axivî û got vîna gelan û girêdana wan bi xakê re, wê bi serkeve.

Xerîb Hiso: Vîna gel wê bi serkeve
25 kanûn, 2018   15:16

KOBANÊ

Ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çalakiyên mertalên zindî yên gelên herêmê li ser sînorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Bakur Sûriyê de berdewam in.

Li Kobanê çalakiya mertalên  zindî ya ku li gundê Qere Mox hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya 8'emîn de didome. Meclisên navçeyên Kobanê û bi dehan şêniyên herêmê bi hemû pêkahetyêan tev li çalakiyê dibin.

Her wiha hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso jî tev li çalakiyê bû. Xerîb Hiso di çalakiyê de axivî û sekna şêniyan li hember gefên Tirkiyê silav kir û diyar kir ku gefên Tirkiyê projeya Neteweya Demokratîk û hevgirtina gelên herêmê dike hedef.

Hiso teqez kir ku şêniyên li dijî êrîşan xwe kirine mertalên zindî û ev yek jî nîşaneya vîn, hêz û berxwedana şêniyan li hember her êrîşekê û girêdana bi nirxên şehîdan, xak û rûmetê ye.

Xerîb Hiso wiha domand: "Em amade ne pêvajoyên dijwar hemû bi têkoşîn û berxwedana gelan derbas bikin da ku pergala ku li ser bingeha demokrasiyê û vîna azad ava bûye bi serbixin."

Hiso binpêkirinên Tirkiyê li Efrînê ji wêrankirin û talankirinê bibîrxist û diyar kir ku armanca dewleta Tirk têkbirina destkeftiyên şoreşa demokratîk a gelan û belavkirina fitneyan di navbera şêniyên herêmê de ye.

Xerîb Hiso tekez kir ku bi vîn û girêdana gelên herêmê bi nirx û xaka xwe dê li hember hemû planan bi serkevin û her êrîşekê bişkînin."

Çalakiya mertalên zindî li Kobanê berdewam e.

(şx)

ANHA