2 birayên nexweş li benda alîkariyê ne

Her du bira Ehmed El-Mûse (15) û Elî El-Mûse (8) bi nexweşiya helîna çerm (berbeqîbûn) ketine û heya niha malbatê nekariye wan tedawî bike, ji ber ku tedawiya wê nexweşiyê li herêmê nîn e û bijîşk tenê ji bo sivikkirina nexweşiyê dermanan didin.

2 birayên nexweş li benda alîkariyê ne
25 kanûn, 2018   09:28

HEMÎD EL-ELÎ / REQA

Bijîşkan anî ziman ku ji ber bav û dayika her du zarokan xizmên hev in, ev nexweşî derketiye.  Nexweşî bi zarokên kur tenê re çêbûye. Her du zarok niha ji tirsa derzîlêxistin û kortbûna gewde û derketina avê ji birînan, tenê bi melhemên birînê tedawiyê dibînin, ew jî ji bo sivikkirina êşê ne.

Dayika her du zarokan Emel Ehmed El-Hisên der barê nexweşiya zarokên xwe de wiha axivî: “Ev nexweşiyê ku derbasî kesên jî dibe, ev bû 15 sal bi wan re dijîm, lê min û hemû kesên malbatê jê venegirt û lê her ku diçe nexweşiya wan girantir dibe.”

Dayikê wiha berdewam kir: “Berbeq li gewde giştî belav bûye û bi taybet di dest, ling, stû, çong û rûyê wan de ye û heya niha tedawiya wan tune ye. Me ew birin gelek bijîşk û cihan lê bê care bû. Nexweşî belav bû, heya gihîşt dev û diranên wan û niha bi mastê bişekir û koktêlan dijîn.”

Dayikê bang li xêrxwazan kir ku alîkariyê bidin wan û zarokên wê bên tedawîkirin.

Di encama germbûn, xurandin û birînên derveyî û rewşên giran de berbeq di bin çerm de derdikevin. Bi piranî helîna çerm irsî ye û ev rewş bi piranî li gel zarokan derdikeve lê hin kes pê nahesin heya zarok digihîjin temenê ciwantiyê.

(ekîb)

ANHA