Parêzeran ji bo Îmralî cara 775’an serlêdan kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin, cara 775’an serlêdana Serdozgeriya Cumhuriyetê ya Bursa yê kirin.

Parêzeran ji bo Îmralî cara 775’an serlêdan kir
25 kanûn, 2018   09:18

 NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Girtî Tipa F ya Îmraliyê tê girtin, Newroz Uysal, Serbay Koklû û Raziye Turgut ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêkbînin, cara 775 serlêdana Serdorzgeriya Cumhuriyetê ya Îmraliyê kirin.

Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdanê dikin, her car serlêdan bi hincetên “rewşa hewayê”, “gemî xirab e”, “gemi di temîrê de ye”, “OHAL”, û “Li gorî zagona hêjmar a 5275’an” tê redkirin.