Êrîşeke xwekujî li dijî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê pêk hat

Îro danê sibehê teqîneke mezin li Terablusê li nêzî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê pêk hat.

Êrîşeke xwekujî li dijî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê pêk hat
25 kanûn, 2018   10:02

NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgehên çapemeniyê yên Lîbyayê diyar kir ku teqîneke mezin li nêzî Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê li bajarê Terablûsê pêk hat. Malpera Bewabe El-Weset a Lîbyayê ji şahidên teqînê diyar kir ku piştî ku teqîn pêk hat, şerekî demkurt rû da.

Çavkaniyekî berpirs di Wezareta Karên Derve ya Lîbyayê de ji Sky Newsê re tekez kir ku 2 çekdaran êrîşî avahiya wezaretê kiriye, yekî xwe teqandiye û yek jî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye kuştin. 

Rayedarên Lîbyayê hefteya çûyî keştiyeke Tirkiyê bi çek û cebilxane barkirî, li nêzî bajarê Terablûsê girtibû.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi rêya piştgiriya xwe bi terorê re ewlehî û îstiqrara Lîbyayê tevlihev bike û berê jî li derdora bajarê Binxazî li herêmên şer ji hêla wan ve çekên Tirkiyê hatine girtin.

(jo)