Ji ber hewesa xwe fêrî lêdana tembûrê bû

Gelê Kurd bi hezkirina amûra muzîkê tembûrê tê nasîn. Welatiyê bi navê Mihemed Hec Welo bi awayekî veşartî fêrî lêdanê amûrê dibe û gelek berhemên gelêrî ku nifşa nû guhdar nekiriye ezber dike.

Ji ber hewesa xwe fêrî lêdana tembûrê bû
Ji ber hewesa xwe fêrî lêdana tembûrê bû
25 kanûn, 2018   09:16

CAFER CAFO-XANDÎ ELO/ŞEHBA

Mihemed Hec Welo li gundê Ûmera yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê di sala 1951'an hatiye dine. Lêdana amûra tembûrê ji bavê xwe fêr bûye. Tembûr di dîroka gelê Kurd de cihek giring digire, hema bêje di hemû malên Kurdan de tembûrek heye. Ev amûr bi dengê xwe yê zîz dîroka destanên Kurdan û romanên evîna ciwanên Kurd de tê dîtin û van destanan xurt dike.

Tembûr bûye tekane amûr ku gelê Kurd êş, azar, dîroka xwe ya tijî komkujî pêre aniye ziman. Li gel wê jî hestên serkeftin û keyfxweşiya xwe dîsa bi tembûrê rave kirin e.

Bi dizî fêrî tembûrê dibû

Bavê Mihemed Hec Welî gelek ji tembûra xwe hez dikir, lewma jî nedihêla ku kes nêzî tembûra wî bibe. Lê dema Hec Welî ji mal derdiket, Mihemed bi dizîka diçû û li tembûrê dida. Dema bavê wî vedigerî mal pê dihesî ku dozana têlên tembûrê hatine guhertin û dizanî ku Mihemed bi kar aniye. Girêdayî vê Mihemed wiha got: "Bavê min têgihişt ku wê nikaribe min ji lêdana tembûrê dur bixe, ji ber wê jî gav bi gav ez  fêrî ritimên stranên gelêrî yên kevn dikirim. Ez fêrî her du lêdana dest û rîşê bûm."

Bavê Mihemed Hec Welî şevbihêrk li dar dixist û stranên gelêrî li ser dengê tembûrê vedigot. Gelek welatiyên ku li tembûrê didan û stranên gelêrî distêran di wan şevbihêrkan de amade dibûn. Hinek ji wan Reşîd Mabata, Adîk, Mistefa Bilûd, Hes Nazî, Elî Tico û Cemîl Horo bûn.Piştî ku Mihemed baş fêrî tembûrê dibe, diçe şahiyan û di dawetên Kurdan ên Ii Heleb û Şamê de, bi hunermendên navdar re li tembûrê dixe.

Mihemed Hec Welî awazên gelek destanên Kurdan ên wek Memê Alan, Siyad Ehmed, Edûlê Ûmera û Şerîf Beg, Cembelî û Goh Reşê Merza Begê dizane û lêxistiye.

Mihemed di jêrzemînan de jî li tembûra xwe dixist

Di dema êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de li dijî Kantona Efrînê û dagirkirina wê de, Mihemed ji gund dernakeve û bi tembûra xwe li berxwe dide. Dengê berxwedanê ji dengê topan û fûzeyan bi hêztir bû. Mihemed li kolan û jerzemînan beyî ku ji çeteyan bitirse li tembûra xwe dixist.

Di dawiyê de Mihemed diyar kir ku wî li Efrînê bi lêdana tenbûrê li kolan û jerzemînan li berxwe daye û dê li Şehbayê heta Efrîn rizgar bibe li berxwe bide.

(şx)

ANHA