Rûspiyên êla El-Efadile: Em ê heta dawiyê destekê bidin QSD`ê

Rûspiyên êla El-Efadile li Reqayê teqez kir ku ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê destekê bidin hêzên QSD`ê da ku parastina aramiya herêmê bikin û wiha got: "Dewleta Tirk dixwaze careke din serdema Osmaniyan li herêmê vejîne.”

Rûspiyên êla El-Efadile: Em ê heta dawiyê destekê bidin QSD`ê
25 kanûn, 2018   08:37

EHMED EL-ESAF – EMAR EL-XELEF / REQA

Helwestên şermezarkirina gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Di vê çarçoveyê de rûspiyên êla El-Efadile li Reqayê ji ajansa me re diyar kir ku ew ê bi şervanên QSD`ê re di xendeqan de li dijî hemû êrîşên derve bisekinin.

Rûspiyê êla El-Efadile ya herêma El-Kerame ya girêdayî gundewarên rojhilatê Reqayê şêx Hezal El-Iz diyar kir ku armanca gefên dewleta Tirk ew e ku careke din terorîstan li xaka Sûriyê vegerîne da ku xizmeta berjewendiyên wê bike û bi saya ciwanên ku canê xwe feda kirin, herêm hate rizgarkirin.

Hezal El-Iz teqez kir ku ew wek êlek ji êlên Reqayê tu carî derfet nadin dewleta Tirk a dagirker ku destwerdana herêmê bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em wek rûspiyên êla El-Efadile tu carî derfet nadin tu kesî ku aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bike. Pêwîstiya me bi tu kesî tune ye ku parastina me bikin. Ciwanên me di nava QSD`ê de parastina me dikin. Heger terorîst êrîşî herêmê bikin em ê bi ciwan û kalepîrên xwe li dijî terora DAIŞ`ê û dagirkeriya Tirkiyê bisekinin. Rastî dê bi ser bikeve."

Ji aliyê xwe ve rûspiyê êla El-Efadile li bajarokê El-Hos ê gundewarên rojhilatê Reqayê Abdullqadir El-Hisên daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku piştî herêm ji terorîstan hate rizgarkirin û ji bo wê gelek ciwanan canê xwe feda kir, tu carî dev ji herêmê bernadin û dê heta dawiyê destekê bidin hêzên QSD`ê.

El-Hisên destnîşan kir ku şêniyên Reqa û şêniyên Bakurê Sûriyê tişta ku hêzên QSD`ê ji wan re kir ku herêm ji terorê rizgar kir, tu carî ji bîr nakin û got dê bi zarokên xwe re li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe bidin.

Her wiha ji rûspiyên êla El-Efadile li herêma El-Kerame ya gundewarên rojhilatê Reqayê şêx Deham El-Şiblî destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze careke din serdema Osmanî ku şêniyên herêmê 400 salan ji ber wan zor û zehmetî dîtin, li herêmê vegerîne. Deham El-Şiblî destwerdana dagirkeriya Tirkiyê li herêmê red kir û got ew ê li dijî dagirkeriya Tirkiyê û her kesê ku dixwazin aramiya herêmê tevlihev bikin, bisekinin û dê heta dawiyê destekê bidin hêzên QSD`ê.

(bx)

ANHA