Xiristaniyên Dêrikê rojbûna pêxember Îsa pîroz kir

Xiristaniyên bajarê Dêrikê rojbûna pêxember Îsa pîroz kirin û hêvî kirin ku ewlehî û aştî li cîhanê belav serwer be.

Xiristaniyên Dêrikê rojbûna pêxember Îsa pîroz kir
Xiristaniyên Dêrikê rojbûna pêxember Îsa pîroz kir
Xiristaniyên Dêrikê rojbûna pêxember Îsa pîroz kir
23 kanûn, 2018   15:34

QAMIŞLO

Bi rast hatina cejna El-Mîlad xiristaniyên bajarê Dêrikê li Dêra Encîl kom bûn û rojbûna pêxember Îsa bi şahiyekê pîroz kirin.

Di şahiyê de, zarokan cilên taybet ji bo şahiyê li xwe kirin.

Xiristaniyan bi erebeyên xwe yên ku bi rengê cejnê xemilandibûn di nav kolanên bajêr de geriyan û hêvî kirin ku aştî û aramî li cîhanê serwer be.

Di şahiyê de xelat li zarokan jî hatin belavkirin.

(şx)

ANHA