YNK`ê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir

Endamê buroya siyasî ya YNK`ê  Umer Fetah  piştgiriya YNK`ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.

YNK`ê piştgiriya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir
23 kanûn, 2018   15:12

SILÊMANIYÊ

Endamê buroya siyasî ya YNK`ê Umer Fetah nûnerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk Dr. Cawîdan Hesen û Xewle Mistefa û Fethellah Hisênî li Başûrê Kurdistanê li avahiya buroya siyasî ya YNK`ê ya Silêmaniyê pêşwazî kir.

Di serdanê de, her du aliyan rewşa siyasî û leşkerî û bertekên navdewletî ji vekişîna Hêzên Amerîka ji Sûriyeyê nîqaş kirin.

Dr. Cawîdan Hesen bang li aliyên Kurdistanî kir ku piştgiriya Rojava û Bakurê Sûriyê bikin.

Umer Fetah ji aliyê xwe ve piştgiriya YNK`ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re teqez kir û destnîşan kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye herêmeke girîng ji tevahiya cîhanê re, ji ber di vê erdîngariya biçûk de teror hate têkbirin.

(ekîb)