Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li çeteyan da!

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanên wan çalakiyek li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora bajaroka Kil Cibrîn a herêma Ezanê lidar xistin. Di encamê de, kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li Ezazê li çeteyan da!
23 kanûn, 2018   14:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî  wiha ye:

“Şervanên me çalakiyên xwe yên bi taktîkên nû û bi bandor ku li dijî dagirkeriya Tirk û komên çeteyên girêdayî wî li herêma Efrînê û derdorê wê li dar dixin, berdewam dikin. Li ser vê di derbarê çalakiyê de:

-22’ê Kanûnê şervanên me li derdora bajaroka Kil Cibrîn a herêma Ezazê ya dikeve bakurê Helebê li dijî seyareyeke leşkerî ya koma çeteyên bi navê El Ceyş El-Watanî ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin û çeteyek jî bi giranî birîndar bû.”