‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Halim Seidûn(Halim) dema ku bi erka xwe li navçeya Sirînê radibû, şehîd bû bi merasîmekê oxir kirin.

‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
‘Welatê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan em ji kesî re ber nadin’
23 kanûn, 2018   14:31

KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Halim ku 22`ê Kanûnê şehîd bibû bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dicle oxir kirin.

Li goristanê merasîm bi toraneke leşkerî hate destpêkirin. Bi navê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Herêma Firatê Salih Kobanê axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:"Gelê me bi hêza xwe şoreş destpê kir û ji bo rizgarkirina welat her deverek ji vê axê bi xwîna şehîdên me hatiye avdan.”

Ji rêveberên Kongreya Star Almaz Romî di merasîmê de got:”Şehîd ew in ên ku riya azadiyê bi me didin naskirin ji bo wê jî pêwîste em her kes xwedî li şehîdê xwe derkevin û axa me ya ku bi saya xwîna şehîdan hate rizgarkirin biparêzin û em axa xwe ji hovîtiya dewleta Tirk re ber nadin.”

Her wiha Berdevkê PYD`ê Salih Muslim jî axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û wiha got:"Bila tu kes nefikire dema ku dev ji me berdin û piştgiriya ma nekin êdî em nikarin axa xwe biparêzin, ji ber ku dema me dest bi vê şoreşê kir em bi tenê bûn û tu kes bi me re nesekinî. Me xwe bi xwe û bi saya şehîdên xwe ev axa ji hovîtirin terora li ser rûye erdê rizgar kir. Em ê niha jî bi xwe welatê xwe ji dagirkeriya Erdogan û her kesî ku bixweze Kurdan tune bike biparêzin.”

Piştî axaftinan, Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeta şehîd xwend û radestî malbata şehîd kir.

Paşê, girseya gel cenazeyê şehîd Halim bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re sipartin axê.

(sn-hh/kc)

ANHA