Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn

Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn ku li bajarê Serêkaniyê tê lidarxistin. Şêniyan teqez kir ku ew ê bi yekdestî li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn
Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn
Şêniyên Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn
23 kanûn, 2018   11:26

SERÊKANIYÊ

Çalakiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Çalakiya mertalên zindî ku li bajarê Serêkaniyê tê lidarxistin, di roja xwe ya 5’an de didome. Îro jî şêniyên navçeya Til Temirê tev li çalakiya mertalên zindî bûn û teqez kir ku ew ê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê bisekinin.

Endamên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), endamên partî û şepêlên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endamê TEV-DEM`ê yê navçeya Til Temirê Salih Îsa axivî û berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker silav kir. Îsa di axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bi yekitiya xwe li dijî gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin. Her wiha teqez kir ku bila Erdogan, hikûmeta wî û hemû cîhan baş zanibin ku ew li ser xaka xwe dijîn, biryara wan berxwedan e û dê hemû destkefiyên ku bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Îsa diyar kir ku çalakiyên bi vî awayî, da ku ji cîhanê re were teqezkirin ku tu kes nikare îradeya gelê herêmê bişikîne û jiyana hevbeş û biratiya gelan xira bike, girîng in.

Di dawiyê de Salih Îsa bang li hemû pêkhateyan kir ku tev li çalakiyan bibin da ku ji hemû cîhanê re helwest û îradaya gelê herêmê diyar bibe.

Tê payîn ku tevlêbûna şêniyên Til Temirê ji çalakiyê re 3 rojan dewam bike.

(bx)

ANHA